Şablon:GH/2017/20: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: paqijî, replaced: 1'ê → 1ê (2) AWB
 
Rêz 2:
[[Wêne:Statue_of_Kurdish_poet_and_writer_Ahmadi_Xani_in_Sulaymaniyah,_Kurdistan,_Iraq.JPG|left|border|110px|Ehmedê Xanî]]
'''Ehmedê Xanî''' [[helbestvan]], [[dîrok]]nas, [[astronomî|astronom]], [[erdnîgarî|erdnas]] û [[fîlozof]]ê mezin ê [[kurd]] e.
Ehmedê Xanî di sala 1650 an 51'ê51ê de li bajarê [[Colemêrg]]ê li gundê Xanê hatiye dinyayê, Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî [[Şêx Îlyas]] e, navê kalikê wî Eyaz e. Xanî ji eşîra "Xaniyan" e û bixwe qet ne zewicî ye.
Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye, Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn ya li ser [[Quran]] û [[fiqih]]ê li cem bavê xwe, ji Şêx Îlyas, digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên [[Bidlîs]] û [[Xelat]]ê de dixwîne, xwendina xwe li [[Bexda]], [[Şam]], [[Heleb]] û di medreseyên [[Îran]]ê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên [[Îran]]ê de hînê [[Felsefeya îslamê|felsefeya îslamê]], [[astronomî]] û [[fîlolojî|fîlolojiyê]] dibe.
Di medreseyên [[Sûrî|Sûriyê]] de jî hînî [[Felsefeya Yewnan|felsefeya yewnanê]] dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê [[Meke]]yê [[hec]]a xwe dike ji wê şûn de diçe [[Misir]]ê jî digere û dizivire [[Bazîd]]ê.
Rêz 8:
Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke [[Aristoteles]], [[Farabî]], [[Şihabedînê Suhrewerdî]], [[Ibn Erebî|Muhyedîn ibn Erebî]], [[Elî Herîrî]], [[Melayê Cizîrî]], [[Feqiyê Teyran]] û gelekî fîlozofên din de dimîne û fikr û ramanê xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye.Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi [[kurdî]] bi zaravayê [[kurmancî]] nivîsandine, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş [[Îslam|dîn]] û [[Kurdî|zimanê]] xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê [[Nûbihara biçûkan]] dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga [[kurdî]]-[[erebî]] û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di [[Medreseya kurdî|Medreseyên Kurdistanê]] de hate xwendin.Xanî tevê kurdî, çar ziman ([[zimanê tirkî|tirkî]], [[zimanê erebî|erebî]] û [[farsî]]) dizanîbû.
 
Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî [[fiqih]] û [[hedîs]] û dersên [[zanist]]ê yên weke [[felsefe]], [[dîrok]], [[wêje]], [[erdnîgarî]], [[astronomî]] û hwd. dihatin dayin.Helbestvanê bi nav û deng [[Îsmaîlê Bazîdî]] û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî sala 1707'an1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.
<small>'''([[Ehmedê Xanî|bêhtir…]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2017|GB=18}}