Şablon:GH/2017/15: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: paqijî, replaced: 4'ê → 4ê (3), removed: ’, typos fixed: 'î → î AWB
 
Rêz 2:
[[Wêne:Albert Einstein 1947.jpg|left|border|120px|Albert Einstein,(1947)]]
Albert Einstein zanyarê fizîkê ye. Wekî damezrandinêrê Teoriya îzafiyetê tê nas kirin.
Einstein di 14'ê14ê adara [[1879]]'an de li [[Ulm]]ê wekî zarokekî malbateke [[cihû]]yên [[Almanya]] ji dayik dibe. Bavê wî [[endezyarî|endezyar]] e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert zarokatiya xwe li [[München]]ê diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di [[dibistan]]a navîn de ji pergala (sîstem) hîndekariyê ya almanî hez nake, tewer bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigerin, dikeve nav pevçûnê. Ji ber van [[azmûn]]ên pêşwext, Albert dibe [[dijmin]] û neyarê meqamên fermî yên almanî. Di sala [[1894]]'an de şert û mercên aborî malbata Einstein'îEinsteinî ber bi koçberiyê ve dibe û berê malbata wî dide [[Mîlano]]yê. Lê Eistein li Münchenê tê hiştin da ku hîndekariya xwe temam bike. Einstein bi hinceta [[nexweşî|nexweşiyê]] piştre tevî malbata xwe ya li [[Îtalya]]yê dibe. Einstein gelekî ji Îtalyayê hez dike û li wê derê, di nava demeke kin de, ji [[Mîlano]]yê heta [[Cenevre]]yê 160 km rê bi armanca gerê peyatî dibihûrîne.
Einstein piştre serî li dibistana Polîteknîk a li Zurihê dide. Bi tevî ku di [[fizîk]] û [[matematîk]]ê de xwedî serkeftineke serdest be jî, ji ber ku [[bawername]]ya wî ya têr a [[Dibistana Amadehiyê]] tune ye, nekare [[azmûn]]a destpêkê derbas bike û serlêdana wî nayê pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo wergirtina hîndekariyê diçe cîmnazyûma li [[Aarau]]yê. Li wê derê gelekî bextiyar dibe. Ew êdî evîndarê [[Swîsre]]yê ye; piştre xwe dike [[hemwelatî|hemwelatiya]] Swîsreyê û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet ji wê derê venaqete. Paşê, dema ku dikeve dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê [[H. Minkowski]] û [[A. Huntwitz]] dibin. Her du jî zanyarên pola yekemîn in. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan werdigire û ne jî ew li Einsteinî hay dibin.
 
Dema ku dibe destûrdar ango mezûn dibe, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya wî bi karekî çê dibe û wî zorî û zehmetî dikişîne ku karekî peyda bike. Di destpêkê de weke mamosteyê yêdek kar dike û dersên taybet ên [[fîzîk]]ê dide. Di 1902’an1902an de, li Daîreya Patentê ya li [[Kanton]]a [[Bern]]ê karekî dilnizm dibîne. Di wan deman de mehra xwe bi [[Mileva Mariç]] re dibirre. Ji malbata Einstein du zarok çêdibin. Piştre yek ji van zarokan, di paşerojê de, di Zanîngeha Kalîforniya a li [[Berkley]]ê de, dibe profesorekî pir bi bandor yê muhendisiyê.
<small>'''([[Albert Einstein|bêhtir…]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2017|GB=14}}