'''Wikileaks''', damezraneke qazanc-nexwaz e ku ji bo weşandina belgeyên veşartî yên hikûmetan [[malper]]ekê bikartîne. Herçiqas malpera wê di sala 2006'an2006an de dest pê kiribe jî piştî salekî ji 1.2 [[milyon]]î zêdetir belge di bingeha daneyê wikileaksê de cih girtiye. Bi giştî, wikileaks nav û navnîşana kesên ku belge şiyandine, aşkera nake. Navenda malperê li [[Swêd]]ê ye. Navê wê herçiqas bidirûve wîkîpediyayê jî tu têkilî di navbera wan de tûne ye. Ji ber ku navrûbarên wikileaks û [[wîkîpediya]]yê wekî hev bûn, navê wikileaks hate hilbijartin. Sedema din a destpêkirina navê wikileaksê ya bi peyva wîkî jî, di destpêkê de li ser malperê guhirandin û bikeyskirin dihatin çêkirin, bû. Belam ji wê demê vir de malper guheriyaye û ew ji bo bikeyskirinê êdî vekirî nîne.
Wikileaks.org di 4'ê4ê kewçêraçiriya pêşîn a sala 2006'an2006an de li ser [[înternet]]ê cihê xwe girt. Belgeya ewilî ya wikileaksê di meha [[kanûnkanûna pêşîn]] a sala 2006'an2006an de hate weşandin. [[Julian Assange]] wek rêveber, damezrîner û gotinbêjê wikileaksê hate nîşandan. Ji bilî Julian Assange, rêveberên wikileaksê ''Sarah Harrison, Kristinn Hrafnsson û Joseph Farrell'' in.
Wikileaks di tîrmeha sala 2010an de der barê şerê [[Efxanistan]]ê de ji 76.900î pirtir belge weşandin. Di [[kewçêrçiriya pêşîn]] a heman salî de jî der barê şerê [[Iraq|Îraq]]ê de ji 400.000î pirtir belge ji aliyê wikileaksê ve hate weşandin. Ev, pişkinandina herî mezin a der barê Artêşa [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê|DYA]]'yê de bû. Ev diyarkirin bi giştî li ser mirinên şarwerî, leşkerî û şarwerên çekdar bû.