Cudahiya di navbera guhertoyên "Şablon:GH/2012/18" de

B
→‎top: paqijî, replaced: (z. → (jdb., 6]]'a → 6]]a (2) AWB
B (→‎top: paqijî, replaced: (z. → (jdb., 6]]'a → 6]]a (2) AWB)
 
<noinclude>{{GH/navîgasyon|berê=2012/17}}</noinclude>
[[Wêne:Mohsen Namjoo.jpg|left|120px|Mohsen Namjoo]]
'''[[Mohsen Namjoo]]''' (zjdb. 1976 li [[Turbeta Cem]], bi [[farisî]]: ‏محسن نامجو‎) stranbêj, muzîsyenê setarê û nivîskarekî îranî ye.
 
Mohsen Namjoo di sala [[1976]]'an de li Turbeta Cem, li bajarekî biçûk ê li bakûrê rojhilatê [[Îran]]ê, hate dinyayê û di hundirê malbateke gerdîşî de mezin bû. Namjoo ji zarokatiya xwe pê ve dildariya muzîk û edebiyatê ye. Lewra kêfa wî bi xwendina [[Quran]]ê gelek dihat û ew wek kilambêjekî ciwan tevlî hinek çalakiyên hunerî dibe.
 
Wextê ku bavê wî jiyana xwe ji dest dide, Mohsen hê 12 salî ye. Dayik û birayê wî yê mezin biryar didin ku wî bişînin dibistaneke muzîkê. Mohsen li wir ji aliyê [[Nasrollah Massehpoor]] perwerdehiya muzîkê distîne. Malbata wî naxwaze ew bibe stranbêj, lê ew mala xwe barî [[Tehran]]ê dike, da ku li [[zanîngeha Tehranê]] beşa muzîkê bixwîne. Bo ku serlêdana wî ji aliyê zanîngehê bê qebûlkirin, divê wî karîbane li enstrumanekê bixe. Ji ber rewşa xwe ya qels a aborî ew biryar dide ku hînî lêxistina setarê bibe.
 
Serlêdana wî ya bo [[zanîngeha Tehranê]] di sala [[1994]]'an de tê qebûlkirin. Bi vî havî Mohsen dest bi xwendina xwe ya muzîk û şanoyê dike. Ew di çarçoveya xwendinê de, xwe di derheqê zanista şanoyê û [[dramaya klasîk]] de agahdar dike û van tiştan ji bo kilam û xebatên xwe yên hunerî bikartîne <small>'''([[Mohsen Namjoo|bêhtir…]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2012|GB=17}}
168.223

guhartin