Gotûbêj:Pirtûk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Guherto (gotûbêj | beşdarî)
Guherto (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 7:
 
== gotûbêj ==
::@[[Bikarhêner:Guherto|Guherto]] Li jor sê kes gotine erê bo "pirtûk" loma bêyî nîqaşê guhartina vê gotarê xelet e. Tiştek wekî "ya heqîqî" tine ye. Hin kes kitêb dinivîse hin kes pirtûk. Dembaş! [[Bikarhêner:Balyozxane|Balyozxane]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane|gotûbêj]]) 21:31, 3 çiriya pêşîn 2021 (UTC)
:::Merheba Balyozxane. Ev gotin di kurmancîkurmanciya xelkê de nîne. Ji xelk ve di ştexaliyê hema bêje hîç nayê şuxilandin. Ez nizanim ma te li ser devokan kolaye lê ev gotin, di ti devokan de ji pêşî ve nîne. Ev gotin, ji hinek soraniyan hatiye çêkirin ji ber ecizbûna gotinên ku ji erebî hatine. Piştre hinek kurmancên bi eynî fikrî ji xwe re birine. Lê di nav xelk de nayê gotin. Ez nizanim ev çi karekî ne xweş e. Dijmin ji alîna ve zimanê me dikûjin û xelkê bi fikrên xelet zimanê me diguherin. Ya heqîqî heye û kitêb yan jî kîtab e. Ez dîse nizanim ma te kiriye lê heke te çîrok û nivîsên klasîk ên kurmancî xwendibê (Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hwd) tê bînê ev gotin gelek wextî di zimanê be de hene. Ti karê nivîsên Celadet Alî Bedirxan û gelek kesên dî heta salên 1950-1970 bixwênê, ev gotin n-î-n-e. Ev kes, Avestaboy ketiye pey gotinên ku ji erebî hatine û dibêjê "ev xelet in ne kurmancî ne". Karekî gelekî ne xweş e. Ev gotin gelek sedsala di zimanê me de ne, Xwedê zanê belkî hezar sal jî. Lê mesele ew e, ne tiştên xerîb in. Min li gelek deverên dîtirê dîtiye ku ev kes gotinan hema ji kêfa xwe dixê gotinên çêkirî/dij-ji-erebî. Divê wîkî, zimanê xelkê nîşan bikê, ne zimanekî çêkirî. [[Bikarhêner:Guherto|Guherto]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Guherto|gotûbêj]]) 16:52, 4 çiriya pêşîn 2021 (UTC)
Vegere rûpela "Pirtûk".