'''Şêx Seîd''' an jî '''Şêx Seîdê Pîranî''' (zjdb. 1865 li [[Qollhêsar]]a [[Xinûs, Erzîrom|Xinûsê]] [[Erzîrom (parêzgeh)|Erzîrom]] − m. [[29'ê29ê pûşperêhezîranê|{{dîrok|29 pûşper]] |hezîran|1925}} li [[Amed]]ê), şêxê [[neqşîbendî]], pêşawa û [[şoreş|şoreşgerê]]gerê [[Kurd]] bû. Di sala [[1925]]'an de li bakurê Kurdistanê [[Serhildana Şêx Seîdê Pîranê|Serhildana Şêx Seîd]] da dest pê kirin.
Li hemberî zorbetî û îxanetên [[kemalîst]]an kalê Şêx Seîd di [[{{dîrok|13'ê reşemiyê]] [[|sibat|1925]]'an}} de serî bilind kir. [[Kurdistan]]ê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha [[Tirkiye]]) derxistin. Êrişê ser [[Amed]]ê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera [[şûra]]yê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û [[rojavayê Kurdistanê]] bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim ([[Qaso]]), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.
Di 10'ê10ê gulana [[1925]]'an de wan derxistin [[Dadgehên serxwebûnê|Dadgeha Serxwebûnê]] ya Rojhilatê (''Şark İstiklal Mahkemesi'') ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di [[{{dîrok|28'ê hezîranê]] [[|hezîran|1925]]'an}} de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29'ê29ê hezîrana [[1925]]'an de li taxa [[Deriyê Çiyê]] ya Amedê hatin darvekirin.<ref>https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Serhildana_Şêx_Seîdê_Pîranî</ref>