Nadir Şah: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 13:
[[Feodal]] ê mezin [[Melik Mehmûd ê Sîstanî]] ê mîr ê [[Sîstan]]ê, mezintirîn dijber ê Nadir Qolî begî bû. Lê Nadir Qolî Begî li sal a 1726ê, piştevanî a [[Şah Thmasb ê Sefewî]], [[Fethelîxan ê Qacar]] (kur ê [[Şah Qolî Xan ê Qacar]] û bapîr ê [[Axa Mihemet Xan ê Qacar]]) bi dest xist û karî rikeber ê xwe [[Melik Mehmûd]]î bişkîne û [[Sîstan]]ê bixe bin desthilat a Şah ê Îranê. Ji ber wê yekê, Şah Tehmasbî Nadir Qolî kir kir walî ê xwe li Xorasanê. Pişt ra, Nadir Qolî Begî nav ê xwe kir Tehmasb Qolî. Salek pişt ra, navber a wî û Şah Tehmasbî mîn a berê nema, û bi awayek ê serbixwe çend eşîret ên [[Kurd]]an û [[Tirk]]an şkandin û xistin bi desthilat a xwe, û şer ê [[Efxan]]an jî kir. Nadir Qolî Begî [[Eşref ê Efxan]] li dever a [[Mêhmandûst]]ê a ser bi bajar ê [[Damixan]]ê û pişt ra jî li dever a [[Mûrçexurt]] a ser bi bajar ê [[Isfehan]]ê, û ji bo car a 3ê jî li dever a [[Zerqan]]ê a grêdaî ê bajar ê [[Şîraz]]ê di şer ên dijwar da şkand û li pey [[Efxan]]an heta [[Efxanistan]]ê jî çû û eşîret û êl ên wê derê jî xistin bin desthilatdarî a Şah Tehmasbî (paşa ê Îranî) (1729 an jî 1142 h.h). Bi vî awaî, Nadîr Qolî Begî dawî bi hukm ê 7 salî ê [[Efxan]]an li Îranê anî.
 
Pişt ê aram kirin a Rojava ê Îranê, Nadir Qolî Şahî ber ê xwe da dijmin ên xwe ên dereke, û li bakurê bi [[Rus]]an ra, û li rojavaê jî bi [[Împeratoriya Osmanî|Osmanîan]]an ra ket nav a şerî da. Di wî demî da, dîsan li rojhilat ê Îranê alozîyek a biçûk derketibû. Ji Nadir Qolî ra giringî a rojhilat ê Îranê ji ya cih ên din zêdetir bû. Ji ber wê yekê, dev ji şer ê dijmin ên dereke berda û dîsan vegeriya rojhilat ê Îranê. Şah Tehmasbî hinek hesûdî bi serketin ên Nadirî dibir, û xwest wisa bide xuya kirin ko ew jî tiştekî ji Nadir Qolî Begî kêmtir nîye. Lê di berdewam kirin a şer ê digel [[Osmanî]]anOsmanîan da tûş ê şkestin ên pir dijwar hat û bi rêkeftinnameyek a aştiyê da, beşek a mezin ji [[Azerbaycan]]ê da Osmaniyan (1145 h.h). Nadir ji vî kar ê padişahî pir aciz bû û tev serok ên eşîretan li cihekî kom kirin û bi piştevanî a wan Şah Tehmasb ji padişahiyê xist û kur ê wî [[Şah Ebas ê 3ê]] (kur ê biçûk ê Şah Tehmasbî) li cih ê bav ê wî danî û xwe jî kir [[wezîr]] ê wî. Lê di rastiyê da, desthilat a dirist di dest ê Nadir Qolî Beg ê wezîr da bû. Pişt ê 2 salan, Nadir Qolî karî ko temamî a [[Azerbaycan]]ê û [[Gurcistan]]ê ji [[Osmanî]]yan bistîne û Osmanî bi awayek ê dijwar şkandin.
 
== Padişahî a Nadir şahî ==