Zimanê inglîzî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 34:
Inglîzî zimanekî germanî ya rojavayî ye ku yekem car li [[Îngilistan]]a destpêka [[Serdema Navîn]] hate axaftin. Ew di sedsala 21ê de bûye zimanê sereke yê nîqaşa navneteweyî. Navê zimên ji ''anglî'' ({{Ziman-en|Angles}}) e, yek ji gelên kevnar ên germanî ye ku koçî Îngilistanê ({{Ziman-en|England}}) dike, beşa [[Brîtanya Mezin]] a ku pişt re li ser navê wan hate kirin. Navê vî gelî bi eslê xwe ji ''Anglia'', nîvgiravek li [[Deryaya Baltîk]] e. (Di hin zimanan de, ''Anglia'' niha navekî din ê Îngilistanê ye.)
 
== Dîroka zimanê inglîzî ==
Zimanê inglîzî xizmekî nêzîkî zimanê frîsî û zimanê saksonî yê jêrîn e. Bandora zimanên din ên germanî, bi taybetî zimanê [[Vîkîng|vîkîngan]] ({{Ziman-en|Old Norse}}, zimanekî germanî yê bakur) û [[Zimanê latînî|latînî]] û [[fransî]] li ser vokabulera inglîzî jî bi awayekî berbiçav diyar e.
 
=== Inglîziya kevn û navîn ===
Inglîzî di bêhtirî 1400 salan de pêşve diçû. Forma herî pêşîn a inglîzî komeke zaravayên germanî ya rojavayî bû ku di sedsala 5an de ji hêla koçberên [[anglo-saksonî]] ve hat anîn Brîtanya Mezin. Ji van formên destpêkê re bi komelî [[inglîziya kevn]] ({{Ziman-en|Old English ''an jî'' Anglo-Saxon}} tên gotin. Zimanê [[inglîziya navîn]] di dawiya sedsala 11an de bi Normanî dagirkirina Îngilistan a re dest pê kir ji 1066an. Ev serdemek bû ku înglîzî di bin bandora fransiya kevn ({{Ziman-fr|ancien français}}) de bû, nemaze bi devoka xwe ya [[normaniya kevn]] ({{Ziman-en|Old Norman}}).
 
=== Inglîziya nûjen a paşîn ===
Destpêka inglîziya nûjen a paşîn ({{Ziman-en|Early Modern English}}) ya di dawiya sedsala 15-an de dest pê kir. Di vê demê de Guhestina Dengdêr a Mezin hebû. Di [[Destpêka Dema Nûjen]], de çapxaneyên çapkirinê cara yekem hatin Londonê û de ''[[King James Bible]]'' ({{Ziman-ku|Încîla Key James}}) hate çap kirin. Ev zimanê [[William Shakespeare]] e.
 
=== Inglîziya nûjen ya îro ===
Înglîziya nûjen ({{Ziman-en|Modern English}}) ji sedsala 17-an de ji hêla bandora cîhanê ya [[Împeratoriya Brîtanî]] û [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê]] ve li cîhanê belav dibe. Bi saya hemû cureyên medyaya nivîskî û elektronîk yên van welatan, înglîzî bûye zimanê sereke yên vegotina navnetewî. Înglîzî li gelek herêman û warên pîşeyî yên wekî [[zanist]], [[Navîg|navîgasyon]], û [[dadwerî]] ''[[lingua franca]]'' ye. Inglîzî yek ji zimanên fermî di [[Neteweyên Yekbûyî]] de û yek ji [[Zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê|zimanên fermî]] yên [[Yekîtiya Ewropayê]] ye.