Çerkez Ethem: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
Çerkez Ethem, di sala [[1885]]’an de li bajarê Bandirmayê ji dayik bûye. Ji gundê Emreköyê ji pênc kuran kurê herî piçûk ê Alî Beg bû. Birayên wî yên mezin İlyas û Nurî, şerê bi Rûm’an re hatine kuştin. Birayên wî yên din Reşet û Tevfîq jî di salên [[1901]] û [[1902]]’an de, dibistana Herbiyê qedandin û bibûn serbaz. Birayê wî Reşîd, di gelek bereyan de tevlî gelek cengan bibû. Dûre weke parlementerê bajarê ku niha navê wê Manîsaye bû û ji wir tevlî Meclîsa Mezin a Tirkan bû.
 
Çerkez Ethem, ji malê direve û dikeve Dibistana Suwarî ya Bakirkoyê ya Zabît a Piçûk. Di şerê Balqanan de, di bereya Bulgar de birîndar bû. Zama qidemê û madalyon wergirt. Di şerê yekemîn ê cîhanê de, li jêr serkêşiya Eşref Kuşçubaşı bi Rêxistina ‘[[Teşkîlatı Mahsusa]]' tevlî êrişên li ser Îran, [[Afganîstan]] û [[Iraq]]ê bû. Birîndar bû û piştî şer vegeriya gundê xwe. Di sala 1919’an de Rêxistına gerîlla ‘Kuvayî Milliye’ ava kir. Ev rêxistin, weke hêza gerîla ya Anatoliyê, li hemberi hemû serhildanên li dijî komarê hate bikaranîn. Bi damezirandina Komara Tirkiyê re pêwistiya vê rêxistinê ji holê rabû, serok û fermandarên vê rêxistinê bi ‘xayîntiya welat’ ji aliyê Ataturkê Tirka [[Mustafa Kemal]] ve hate tewanbarkirin û sûrgûnkirin. >erkez Ethem, ji aliyê Mustefa Kemal ve di [['''Lîsteya sedûpênciyan''']] de hate bicîhkirin.
 
Di [[9’ê gulanê]] sala 1921’ê de Dadgeha Îstîklalê derheqê Ethem Çerkez, fermandarên wî û xizmên wî de hûkmê dardekirinê da. Lewma Çerkez Ethem, salên mayî yên jiyana xwe neçar ma li xeribiyê berdewam bike. Pêşî çû Berlînê. Dûre demekê li Qahîrê ma û di salên dawî de derbasî Ûrdûn û Libnanê bû. Di sala 1948’an de li Ammanê mir.