Lîsteya sedûpênciyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 15:48, 16 îlon 2007

Piştî 'Şerê Rizgariyê' yê Komara Tirkiyê, lîsteya kesên nayên xwestin hate amadekirin û ev nav, navê vê lîsteya kesên nayên xwestinbûn. Di destpêkê de lîsteya ku ji aliyê wezareta karêhundir a Tirkiyê ve hate amadekirin, ji 600 kesan pêk dihat. Di xaleke Peymana Lozanê de dihate diyarkirin ku divê hejmara mirovên werin sûrgûnkirin 150 kesî derbas neke, lewma ev lîste pêşî 300 dûre daketiye 149 kesan. Lê belê lîsteya ku jê re tê gotin "Lîsteya sedûpênciyan" û 23'ê Nîsanê 1924'an de di rûniştina Desteya Wezîran a Tirkiyê û Meclîsa Mezin a Tirkiyê de hate destnîşankirin. Lîste, bi biryara Tirkiyê ya dîroka 1'ê hezîranê 1924'an, xwediyê rojnameya 'Köylü Gazetesi' Refet Beg ji lê hate zêdekirin û weke rewşa xwe ya dawi, weke 150 kesan hate qebûlkirin.