Nemabûyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: +, replaced: dead-url=yes → url-status = dead AWB
Rêz 6:
[[Wêne:ExtinctDodoBird.jpeg|thumb|Wêneyê [[Dodo]]yê [[Maurîtius]]ê (bi xêzkirina sala [[1651]]ê) ku nema bûye.]]
 
Bi giştî hinga endamê/a dawî yê/ya cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin, lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cureyê pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak; bi tenê cureyê nêr ê [[kûsiyên Girava Pîntayê]] maye. Lewma ev [[kîso]] nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye yan na. (Mînak; [[Yûnisên Çînê yên Robaran]]) Di rewşa wisa de ew cure weke bi [[cureyên bi bilindtirîn xetereya nemabûnê|bilindtirîn xetereya nemabûnê]] têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin. Ji ber ku gengaz e, endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, [[takahe]] weke nemabûyî dihate pejirandin, lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li [[Nû Zelenda]]yê hê hene. Hinga rewşa wisa pêk hat, ew cure bi [[Dabeşandina Lazarus|dabeşandina Lazarus]] tê lîstekirin.
 
Gelek sedemên nemabûna cureyan hene. Mînak; tê bawerkirin ku [[dînezor]] ji sedema meteorekî nema bûne.<ref>Alvarez, LW, Alvarez, W, Asaro, F, and Michel, HV (1980). "Extraterrestrial cause for the Cretaceous–Tertiary extinction".</ref> Herwiha cureyên di serdema qeşayê de nikarîbûn li hemberî guhertina germbûna hewayê bijîn, lewma ev bûyer dibe sedema tunebûna wan (Mînak: [[Mamut]]).
Dîsa jî, ji bo nemabûna cureyan sedema herî mezin mirov in.<ref>http://science.jrank.org/pages/2467/Endangered-Species.html</ref> Bi destê mirovan, nêçîrvanî, lewitandin, guhertina cureyan pêk tê. Bajarvanî û pêşdeçûna endustriyê cihê ajalan teng dike û jiyana wan dike bin xetereyê. Li gorî [[Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê]] ji sala [[1500]]î heta [[2002]]yan 759 cure nema bûne.<ref>{{Citation |title=Kopîkirina arşîvê |url=http://www.iucnredlist.org/misc/wikipedia.html |accessdate=2011-09-14 |archive-date=2009-08-17 |archive-url=https://web.archive.org/web/20090817015321/http://www.iucnredlist.org/misc/wikipedia.html |dead-url-status =yes dead }}</ref>
 
== Herwiha binêre ==