Refik Halit Karay: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:REFİKHALİTKARAY.jpg |thumb|Refîq Xalit Karay]]
Di 15’ê Adarê 1888’an de li Stenbolê ji dayik dibe. Di 18’ê Tîrmeha 1965’an de li Stenbolê dimre. Romanûs, nivîskarê çîrokan û rojnamevan. Ew bi çîrokên xwe yên behsa Anatolyê dike û bi helwestê xwe yê li dijî ‘Şerê Rizgariyê yê Tirkiyê’ tê naskirin. Li Vezneciler’ê, li Şemsü’l-Maarif û Göztepe’yê li Taş Mektebê hîndekarî dît. Dersên taybet wergirt. Mekteb-i Sultani’yê (Lîseya Galatasaray) qedand. Di sala 1907’an de dest bi Mekteba Huquqê kir. Di Nezareta Maliyê de, ji Qelemdariya Devair-i Merkezê weke katip ketê. Piştî Meşrûtiyeta 2’emîn, dev ji karmendiyê berda û di 1908’an de, di Servet-i Fünun û Tercüman-ı Hakikatê de dest bi nivîsê kir. Di 1909’an de, bi navê ‘Son Havadis’ (Havadîsa Dawî) rojnameyek ava kir, 15 hejmar çap kir. Tevlî Civaka Fecr-i Ati’yê bû. Di kovarên pêkenokî yên "Kalem" û "Cem"’ê de bi navê çêkirî «Kirpi » dest bi nivîsên pêkenokî yên siyasî kir. Di sala 1912'an de kete lîsteya ‘Yên Nayên Xwestin’ ya Partiya İttihat û Terakki'yê û şandin sûrgûnê Sînopê. Di sala 1918’an de bi hewildanên Ziya Gökalp, vegeriya Stenbolê. Di Robert Kolej’ê de mamostetiya Tirkî kir. Di rojnameyên Vakit, Tasvir-i Efkar û Zaman’ê de meqale nivîsand. Bi saya hogiriya Damat Ferît Paşa, yekser piştî mûtarekeyê, tevlî Fırka Hurriyet û Îtîlafê bû. Di sala 1919'an de, bû Gerînendeyê ‘Posta’ û ‘Telgraf Umum’ê. Piştî dagiriya Îzmîrê, bi Tevgera Anatoliyê re, di qrîza telgrafê ya di navbêra Hukumeta Stenbolê de dihate jiyandin, aliyê Hukumeta Stenbolê girt. Di 1922'an de kovara mîzahê ya Aydede derxist. Piştî rizgarkirina Stenbolê, di 1922’an de reviya Beyrûdê.