Cudahiya di navbera guhertoyên "Herran" de

76 bayt lê hatin zêdekirin ,  4 îlon
B
kurteya guhartinê tune ye
B
 
| koordînat = {{Koord|36|51|53|N|39|1|52|E|display=inline, title}}
}}
'''Herran''' an jî '''Heran''' li bakorê kurdistanê ye ({{bi-tr|Harran}}; {{Bi-grc|Κάρραι|Kárrai}}; {{Bi-la|Carrhae}}) li bakorê kurdistanê ye u yek ji navçeyên [[Riha]]yê ye.
 
Herêm xwedî dîrokeke gelek kevn û dewlemend e. Ev bajar weke bajarê kevnar ê Herranê tê zanîn ku gelek bermahiyên wî yên dîrokî hê jî peyda ne, bi taybetî li nêzî sînora Sûriyê. Bajar bi malên xwe yên celbî ku xwediyê xuyabûneke cuda ne - wek hêlînên mêşên hingivan - bi nav û deng e. Di sala [[1270]]'î de Mongolan hemî dewlemendiya herêmê rûxandine û talankirine.
Di dawiya sedsala 2'mîn a B. Z. Herran bû bajareke parthî û - piştî Edessa - wergeriya dûwemîn bajarê girîngtir a keyaniya [[Osrhoene]].
 
Romayîyên kevnar bajêr wek KarrhaiKarrai ({{Bi-grc|Κάρραι|Kárrai}}; {{Bi-la|Carrhae}}) bi nav dikirin. Triumvirê romayî Crassus piştî ku di sala 53 B. Z. xwest bajarê KarrhaiKarrai ji destê parthiyan bistîne şerê KarrhaiKarrai destpê kir û digel 25'000 leşkerên romayî jiyana xwe ji dest da. Zanistvanê kevnar Plutarch di nivîsên xwe de bi awayeke berfireh qala vî şerî dike. Ev şer yek ji têkçûyînên herî giran ên dîroka romayî bû. Di bin hikmdariya împarator Septîmus Severus ev herêm di dawiya 2'mîn sedsalê de bû beşeke Împerium Romanum. Kurê wî, împarator Caracalla, di sala 217'an de li ser rêya warê pîroz (Orşelîm?) hate kuştin.
 
Di sala 260'an de li nêzikî KarrhaiKarrai şereke dijwar di nava qralê faris Şapûr I. û împaratorê romayî [[Ualerianus]] pêk hat û di encama vî şerî împaratorê romayî têk çû û hesîr hate girtin.
 
Keyê palmyrî Odaenathus di sala 264'an de bajêr ji destê farisan girt. Gava împaratoriya [[Palmura]] piştî çend salan ji aliyê împaratorê [[Aurelianus]] ve hate şikandin, KarrhaiKarrai dîsa kete destê împaratoriya romayî.
 
Bajarê Edessa hê di wê demê de wergeriyabû navendeke olî ya xirîstiyantiyê, lê KarrhaiKarrai bi xwe navendiya xwe ya bona ola kevnar diparast. Heta sedsala 4'mîn olperestên romayî yên xwedawenda heyvê [[Selênê]] (Sîn) hebûn, wek împaratorê Julian. Wek mînak: Di çavkaniyên dîrokî yên ku qala çûyîna heca xirîstiyan Aetheria dikin (ku ew di sala 385'an de hatibû KarrhaiKarrai), Aetheria bi giranî behsa 'pûtperedtan' dike û bal dikişîne ser vê yekê ku di wê demê de jimara oldarên xirîstiyan gelek kêm bû. Dîsa li gor hinek çavkaniyên din perestgeha heyvê di bin hikmdariya [[Theodosius I]]. de hatiye şaetandin. Lê hê di sedsala 6'mîn de Prokopiosê Kaisarea aniye ziman ku di bajarê ku ji aliyê xirîstiyanan ve wek 'Hellenopolîs' (bajarê pûtperestan) dihate bi nav kirin hema hema tevahiya gelheya bajêr ji oldarên ola kevnar ve pêk hatiye. Îro, mirov kare hebûna olperestên heyvê heta sedsala 9'mîn tespît bike.
 
Li gorî îddiayekê KarrhaiKarrai ev der e ku platonîsiyenê nujên û heyvperest Sîmplîkios di sala 532'an de zanîngeheke felsefeyê damezirandiye û tê texmîn kirin ku zanîngeha wî heta sedsala 7'mîn hebûye.
 
=== Serdema navîn û dema îroyîn ===
6506

guhartin