Mîtolojiya yewnanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 29:
[[Wêne:Poseidon sculpture Copenhagen 2005.jpg|thumb|''Poseidon'']]
 
Piştî hêvîşkestinê Gê li benda fersendeka din ma ku zarokên xwe ji kûrahiya Tartaros derîne. Û bi kehanetekê got ku dawiya Kronos jî dê mîna ya bavê wî be.Lê Kronos bi baweriyeke mezin got ku “ ez dê qedera xwe biguherim”. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Kronos ji jina xwe Rea pirr hez dikir û piştî demeka kin keçeke nazenîn a bi navê [[Hestia]] ji dayik bû. Dema Rea ew nîşanî bavê wê Kronos da qedera Kronos di serê wî de bi vîzîn buhurî û bi tundiya van hestan keça xwe Hestia bi carekî daqurtand. Paşê çar zarokên din ji Rea re çê bûn. Tev zarok jî bi heman hestên tund ên Kronos hatine daqurtandin: [[Poseidon]], [[Hêra]], [[DemêterDêmêtêr]], [[Hadês]].
 
Ji ber van bûyeran dilê Rea bi janan tijî dibû. Dema ku bi zarokê şeşemîn avis bû, çû çem diya xwe Gê û alîkarî jê xwest. Gê got ku dema zayînê hat biçe Girava [[Krît]] û li wir li Çiyayê Dîktîsê li şkefta veşartî xwe veşêre. Gê got ku,” ez dê bi periyan alîkariya te bikim ku dê zaroka te bi şîrê bizihnan xwedî bikin û dê dergûşa wî bi darekê ve daleqînin ku Kronos ne li asîmanan ne jî li behrê nabîne.” Gê got ku ji bo xapanina Kronos jî tenê ferşekî bi qasî zarokekî bes e.[[Wêne:Zeus Otricoli Pio-Clementino Inv257.jpg|thumb|''Zeus'']]Bi vî awayî Rea, piştî ku [[Zeus]] çê bû ew li şkeftê hişt û bi kevirekî çû cem Kronos. Dema Kronos kevir dît berî ku lê binihêre ew bi çarekî daqurtand. Herwiha got qey min qedera xwe cardin guhert. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Sal buhurîn Zeusê zarok mezin bû, bû xwedayekî gihîştî. Bêyî ku haya Kronos jê hebe.
Rêz 39:
Zeus û xweh û brayên wî Kuklops û Dêwên Sedmil ji Tartaros xelas kirin û bi alîkariya wan di şer de bi ser ketin. Tîtan jî di kûrahiya Tartaros de heps kirin.
 
Paşî xwedayan ji bo ku desthilatdariya xwe bibijêrin peşk avêtin. Ji Zeus re xwedahiya asîmanan, ji Poseidon re xwedahiya deryayan, ji Hadês re jî xwedahiya binê erdê derket. Zeus bi xweha xwe Hêra re zewicî û ew bû xwedawenda zewac û zayînê. Hestia bû parêzvana malbatê. DemêterDêmêtêr bû xwedawenda bereket û çandinê. Zeus bû bavê xwedayên din jî paşî; [[Athêna]], [[Apollon]], [[Artemis]], [[Persephonê]], [[Arês]] û [[Hêphaistos]]. Bi vî awayî dawî li desthilatdariya Tîtanan hat û desthilatdariya xwedayên nû dest pê kir. [[Wêne:William-Adolphe Bouguereau (1825-1905) - Homer and his Guide (1874).jpg|thumb|right|''[[Homer]], helbestvanê kor,li gori tabloyeke'' [[William-Adolphe Bouguereau]]]]
 
== Vebêjeyeka mîtolojîk ji yên yewnanî: Nivîsa estûr ==
 
=== DemêterDêmêtêr û Keça wê Persephonê ===
 
Xwedawenda ku demsalan tîne, diyariyên ku ji bo domandina jiyanê pêwîst in dide, DemêterDêmêtêr e. Ew ji mirovên mirinok û ji axê pir hez dike. Mirovên mirinok jî jê pirr hez dikin . Xwedawenda mezin DemêterDêmêtêr Olîmposî ye. Jinên cotkarên yewnanîstanê her êvar dema sifreya şîvê amade dikirin sênîyeke zêde jî didanîn ser sifreyê, ji ber ku îhtîmal heye xwedawenda çandinê DemêterDêmêtêr bibe mêvanê wan.
 
Ji ber ku şîva mala cotyarekî ji şîvên qesrên mezin ên Olîmposê ,ku Hephaistos plana wan çê kir û Kuklopsan jî ava kirin, tercîh dike, xwedayên Olîmposî yên din dev diavêjin wê, lê ew tenê dibişire.DemêterDêmêtêr, dilovan, nazik û destvekirî ye. Ew herwiha keça mîrê Tîtanan ê erjeng Kronos û xweha mîrê asîmanan Zeus e.
 
Şadiya jiyana DemêterDêmêtêr a bêmirin, keça wê ya ji Zeus e; Persephonê. Persephonê ji roniya rojê, ji kulîlkên hovik û ji ken hez dike. Kulîlkên hovik ên [[Sicîlya]] pirr xweşik in. Ji ber ku ewqasî xweş in jî Persephonê tim zembîla wê di dest de li mêrgên Sicîlyayê kulîlkan dicivîne. Pirrê caran Athenaya çavronî û xwedayê nêçîrê Artemis pê re hevaltiyê dikin li van mêrgan.
 
Rojekê Aphrodite, Mîre Miriyan Hadês ku bi erebeya xwe li Girava Sicîlyayê digere, dibîne. Mîrê siyan weke her demê kontrola Typhonê ku di bin Çiyayê Etna de xwe drêj kiriye û ji devê xwe agir direşîne, dike de ku mirovên mirinok ji van lerzînên erdê û derketina agir zerarê nebînin.
Rêz 55:
Aphrodîtea zêrîn bang dike kurê xwe Eros û wiha dibêje:” ji mirinokan pirr kêm kes qedr didin hêz û mezinahiya me. Bi baldarî binihêre ku çawa Athena, Artemis û Persephonê ji ramanên evînê direvin: Zeus û xweha wî û Mîrê Deryayan serî li ber çekên me tewandin. Vêga dor hatiye Mîrê Miriyan Hadês jî ku em desthilatdariya xwe pê bidin naskirin. Yekî ji tîrên xwe yên ku hedefa xwe tu caran şaş nakin bişîne dilê Hadês de ku mîna dînan di evîna Persephonê de noq bibe.”
 
Tîra Eros dike ku Hadês dil dikeve Persephonê û Hadês wê ji bavê wê Zeus dixwaze. Zeus wê demê jê re wiha dibêje:” helbet ev ê bibe şahiyeke mezin bo min, lê birayê min ê xoşewîst tu bizanibe ku xweha me DemêterDêmêtêr nahêle ev zewac bibe. Ew nahêle ku Persephonê ji ronahiya roja Hêlios, ji erdên tijî kulîlk, ji geşta azad mahrum bimîne û bibe keybanûya mîrîtiya te ya tarî. Tu wateya hêz û desthilatdariyê bo DemêterDêmêtêr û Persephonê nîn e. Lê ji ber ku birayê min û desthilatdarê mîrîtiyeke mezin î, her çî qas ku ez nikaribim wê bi zorê bidim te jî, ez ê bi dizî ve alî te bikim de ku tu wê birevînî.”
 
Rojekê ku Persephonê li mêrgên Sicîlyayê kulîlkan dide hev, kulîlkeke ecêb xweşik ku heta wê demê nedîtîbû dibîne. Hevalên xwe li pey xwe dihêle û ber bi kulîlkê diçe ku biçine. Nepêkan e bizanibe ku bavê wê bo Hadês wê birevîne ji axê ev kulîlk afirandiye. Dema Persephonê bo çinîna kulîlkê ber pê diçe ji nişka ve ax vedibe. Erebeyeke ku bi hespên reş e û mîrê miriyan Hadês bi xwe diajo derdikeve. Hadês bi destê xwe yê çepê dizgîn digire û bi destê xwe yê rastê jî Persephonêyê hildide erebeya xwe. Bêyî hevalên wê hay jê hebin wê direvîne û bi dûr dikeve.
Rêz 63:
Dema ku erebeya Hadês wê di nav golên kûr û hewzên ku dû derdixin de dibuhurîne, Persephonê hîna jî bangî diya xwe dike. Hêvîdar e, heta axa ku çandinê dide, deryaya ku bi lez diherike û Hêliosê ku li jor erebeya xwe diajo xuya ne hinek dengê wê bibihîzin. Piştî ku erd li pey wan tê girtin jî dengê Persephonê li ser çiyayan olan dide; li bin deryayan belav dibe. Dema xwedawenda mezin qêrîna keça xwe dibihîze dilê wê tijî jan dibe. Benê porên xwe yên xweşîk vedike, hewranê xwe ji milên xwe berdide. Mîna teyrekî hov, di navbera behr û berriyê de li her derê bê hêvî li keça xwe ya wenda digere.
 
Xwedayên nemir ku dizanin Persephonê li kû ye bê deng dimînin. Mirovên mirinok jî nikarin alî wê bikin. Ji bo ku tariya şevê lêgerîna wê qut neke ji agirê sor ê kratera Çiyayê Etnayê du darên qajê pê dixe. Ji hingî ve ne stêra berbangê ne jî ya êvarê dîtine ku bêhna xwe vedide. Lê beredayî digere li cîhanê. Di dawiyê de DemêterDêmêtêr diçe Sicîlyayê ku keça wê dawîn li wir hatibû dîtin. Bêyî ku bizanibe kî sûcdar e her kesî ceza dike. Ger kesek nebêje ka çi bûye ji keça wê dê diyariyên xwe yên ku jiyanê didin ji wan bistîne. Kotanan dişikîne, gayan û xwediyên wan dikuje. Emir dike cîhanê de ku tovên di axê de veşartî ziwa bike û wan kurmî bike. Axa ku bi bereketê navdar e hêdî hêdî şorax dibe. Paşê bayên tund bi xwe re tofanên baranê tînin. Teyrên çavbirçî garisên ku di lasikan de ter mane xelas dikin, dixwin. Xwedawenda mezin diçe derên dinyayê yên din û ji tev mirovahiyê re ziwahî, perîşanî û xelayê tîne. Paşê xwedawenda mezin bi meşaleyên xwe yên ku hîn jî pêketî ne diçe cem Hêliosê ku hem xwedayan hem mirovan hem jî tavê temaşe dike. DemêterDêmêtêr jê re wiha dibêje:” min qêrîna keça xwe kir, mîna ku bêyî dilê wê hinek wê birevînin diqêriya. Dîsa jî nizanim ka çi bûye jê, ji ber ku erebeya te, te ser erdên çandî û deryayên bi lez diherikin digerîne divê te dîtibe ku kî keça min revandiye.”
 
[[Wêne:Herakles and Telephos Louvre MR219.jpg|thumb|[[Herakles]]]]
Mîr Hêlios wiha bersiva van peyvan dide:” ji ber ku ez bi halê te yê bikerb xemgîn dibim ez ê ji te re rastiyê bibêjim. Ewrcivîn Zeus bo ku bibe keybanûya wî alîkariya Hadês kir û Persephonê da revandin. Min qêrîniya wê ya dema revandinê kir. Dîsa jî ji ber ku birayê te mîrê miriyan xwediyê mîrîtiyeke mezin e, ev ê zewaceke baş bibe. Hêrsa xwe bibirre û jana xwe kêm bike.” Wê demê dilê DemêterDêmêtêr bi hêrs û janake kûrtir tê dagirtin. DemêterDêmêtêr biryara xwe dide ku Olîmposiyan bi kuştina tev mirovan ceza bike. Ji vir pê ve mirov êdî xwedayan bi qurban û diyariyên bêpayan rûmetdar nakin. Û Hadêsê erjeng ê xwediyê pirrtir miriyan bibe bo rûmetdarkirinê.
 
Zeus ji vê niyeta wê tirsiya û Irisê pê-ba dişîne pey DemêterDêmêtêr ku vegere Olîmpos. Ji ber ku DemêterDêmêtêr bi ya wî nake. Zeus yeko yeko xwedayên Olîmposê yên din jî dişîne pey. Lê heta kesê dawîn DemêterDêmêtêr bi ya wî nake. DemêterDêmêtêr ji xwedayê dawîn ê ku hatiye pey re wiha dibêje.”bibêje Zeus ku ez ê ji bo peyvînê werim Olîmposa bêhnxweş lê heta keça xwe ya xweşik nebînim, nahêlim li ser rûyê dinyayê tovekî tenê jî şîn bibe.”
 
Dema DemêterDêmêtêr diçe cem Zeus wiha jê re dibêje:” bavê mirov û xwedayan ez hatime bo keça me ya xweşik lava bikim. Ger haya te ji min nebe jî ez bawer im ku tu ji Persephonê hez dikî. Tu dizanî ku çawa ji ronahiya rojê, ken, dengê şadiyê û bêhna kulîlkan hez dike. Çawa tu dikarî bixwazî ku keseke wiha ji jiyanê hez dike bibe keybanûya welatê tarî û bisaw ê mirinê. Bêje Hadês de ku wê serbest bike. “
 
Zeus:”rast e DemêterDêmêtêr hez û endîşeyên te yên ji bo keça me bi min re jî hene. Lê dîsa jî bizane ku Hadês ji ber evîndariya xwe keça me revand ew xwedayekî bi qasî min mezin e. Tenê di peşkê de ji bo min mîrîtiya asîmanan ji bo wî jî mîrîtiya bin erdê derket. Ger hêz û heza birayê me hêrsa te naqedîne wê demê ez ê bibêjim Hadês de ku Persephonêyê berbide. Lê tenê ger Persephonê tiştek li mîrîtiya miriyan nexwaribe dikare vegere mîrîtiya ronahiyê. Ger xwarina miriyan xwaribe, dê mahkûmî mîrîtiya bisaw bibe.” DemêterDêmêtêr van peyvan wiha dibersivîne:” ez dê Persephonê li wan mêrgên ku ji wan hez dike bibînim, heta wê demê cîhan ê bêjiyan û ziwa bimîne.”
 
Piştî ku DemêterDêmêtêr diçe Zeus agahberê xwe [[Hermês]] dişîne mîrîtiya tarî de ku emir bide Hadês bo serbest berdana Persephonê. Hermês ji Hadês re wiha dibêje:” Hadês apê dilovan, mîrê miriyan, bavê min ez şandim ji bo ku Persephonê bibim cem diya wê. Ji ber ku xwedawenda mezin tev kaniyên xwarinê tune kirine û dixwaze xwedayan bi kuştina tev mirovan ceza bike.”
 
Hadês bi van peyvan bi xedarî dikene. Ji Persephonê re dibêje;” ji bo tu diya xwe ya cilreş bibînî bi Hermês re biçe, lê divê tu ji dil bizanî ku ez jî ji te hez dikim û dixwazim bi min re li vir bimînî. Min bi başî yad bike, ji ber ku ez ê mêrekî baş bim bo te. Ji bîr neke ku ez jî birayê Zeus im û mîrîtiya min jî pirr mezin e. Dema tu li vir bî her tiştê jîndar û bilebat tu yê bi rê ve bibî. Ez ê bikim ku di nav xwedayên mezin de tu xwedawenda rûmetdartirîn bî. Ên ku mafê te nedin te û te nehebînin ez ê bi erjengiya xwe ya mezintirîn ceza bikim.”
Rêz 80:
Dema Persephonê van peyvan ji mêrê xwe dibihîze dilşad dibe. Dema li erebeya Hermês siwar dibe, ji bo ku heta dawiyê li ser rûyê erdê nemîne Hadês lipek hinara mîna hinguv dide Persephonê de ku bixwe, Persephonê bê hay û bê agah lipa hinarê dixwe. Paşî Hermês Persephonê dibe cem diya wê.
 
Dema DemêterDêmêtêr keça xwe ya xoşewîst dibîne wê hembêz dike û bi lez jê pirs dike:”keça min rastî bibêje, te li mîrîtiya tarî ya Hadês tu tişt xwar. Ger te tu tişt nexwaribî tu dikarî bi min re li cîhana ronî bijî. Ger te xwaribî divê tu vegerî cem mêre xwe yê li welatê tarî.”
 
Persephonê bi çavên şil bersiv dide:” dema ku Hermês hate pey min mêrê min lipek hinara şîrîn da min, ji ber ku ez birçî bûm min ew xwar. Ji encamên wê bêagah bûm.”
 
Dema DemêterDêmêtêr fam dike ku bihevrebûna wê û keça wê kin e çavên wê ji rondikan tijî dibe. Dema DemêterDêmêtêr dibîne ku diya wê Rea ber pê tê şad dibe. Diya xwedayan bi dilovanî keç û neviya xwe hembêz dike.
 
Dibêje:” were keça min yê ku dikare bi şadiyê bijî divê bikaribe bi janan re jî bijî. Min ji birayê te Zeus xeberên baş anîn ji bo te. Xwedayên mezin dixwazin ku tu vegerî malbata mezin a Olîmposê. Persephonê dê tenê çariyeka salê li mîrîtiya tarî ya Hadês bimîne. Her sal bi hatina biharê re, bi vebûna kulîlkên bêhndar re Persephonê dê bê cem te, heta dema çinîna çandinê dê bi te re be. Hêrsa xwe ya li hemberî Zeus biqedîne. Bi keça xwe re ta’ma jiyana jîndar bistîne, bila ax berên xwe yên ji bo domîna jiyana mirovan pêwîst in dîsa bide.”
 
Dema DemêterDêmêtêr peyvên diya xwe dibihîze di nav rondikên çavên xwe de dibişire. Tevî her tiştî dê bi keça xwe re be. Dê bikaribe bi van veqetînên. Dîsa bereketa axê didiyê. Paşê her du xwedawend tevî nemirên Çiyayê Olîmposê dibin.
 
Bi vî awayî pergala demsalan cardin tê saz kirin. Her sal piştî dema çinîna çandiniyan Persephonê ji bo demsalên zivistanê diçe cem mêrê xwe Hadês. Dema Hêlios cîhan cardin bi germahiya tavê hembêz kir DemêterDêmêtêr dê bibîne ku Persephonê ber pê tê û dê wê hembêz bike. DemêterDêmêtêr dê cardin bi çoşeke bêpayan kulîlk, tov û fêkiyan jîndar bike. Her car dê mirovan bi diyariyên xwe yên ku jiyanê didin şad bike.
 
Paşî mirovên li mêrgên germ ên xweş keç û dayikê bi hev re şad bibînin. Jinên cotyaran dê di şîvê de her êvar sêniyeke zêde deynin ser sifreyê, heye ku DemêteraDêmêtêra dilovan biba mêvan li wan.
 
[[Kategorî:Mîtolojiya yewnanî| ]]