Riya Teze (rojname): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: --Bikaranîna dîroka rms
Etîket: Betalkirina destî
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: paqijî, replaced: 0'î → 0î (9), avrêlê → nîsanê (2) AWB
Rêz 1:
{{Binêre herwiha|[[Riya Teze]] (gund)}}
[[Wêne:Rja Taza.jpg|thumb|Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930'î1930î de bi tîpên latînî hate çapkirin]]
 
'''''Riya Teze''''' (carina wek '''''Rya Teze''''' tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi [[tîpên latînî]] hatiye çap kirin. ''Riya Teze'' di [[1'ê avrêlênîsanê|1'ê avrêlanîsana]] sala [[1930]]'î de li [[Sovyetistan]]ê bi alfabeya kurdî ya [[Alfabeya Şemo-Marogûlov|Şemo-Marogûlov]] ku di sala [[1928]]'a de bi biryara dewleta [[Sovyeta berê]] hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî ''Riya Teze'' beriya kovara [[Hawar]] dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.
 
''Riya Teze'' hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala [[1992]]'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê [[kurdên Ermenistanê]] ye. Riya Teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji aliyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya [[Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê]], parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Riya Teze li Ermenistanê yek ji çar rojnamên sereke bû.
 
Di salên destpêkê de [[Harûtyûn Mkirtçyan]]ê ermenî, paşê jî [[Cerdoyê Gênco]] yê kurd berpirsyariya rojnamê kiribûn. Bi biryara [[Stalîn]] weşana rojname ji sala [[1937]]'a heta [[1955]]'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi [[tîpên kîrîlî]] ku ji aliyê [[Heciyê Cindî]] ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a1989an, ango 34 salan, [[Mîroyê Esed]] bû.
 
Riya Teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojnameyê de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Eliyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê [[Grîşayê Memê]] û cîgir jî Rizganê Cango ye.