Kromozomên homolog: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî) B : bi AjaxEditê re |
|||
Rêz 1:
{{Orphan|date=tebax 2021}}
Ji bilî [[xane]]ya sperm, hêk û spor, hemû xaneyên zîndewerên pirxaneyî [[kromozom]]ên homolog li xwe digirin. Kromozomên homolog ji cotek kromozoman pêk tê. Ferek cotê bi navbeynkariya [[hêk]]ê, fera din jî bi spermê tê. Şikil û mezinahiya kromozomên homolog û cihê [[sentromer]]ê û dirêjiya milên kromozomên homolog wekhev hev in. Cure û rêza [[gen]]ên li ser kromozomên homolog jî wekhev in. Ango li ser herdu kromozoman jî heman gen heye lê dibe ku [[genên allel]] ne bi yek fenotîpî be. Wekî mînak eger em gena ji boy dirêjiya bejnê bi tîpa B nîşan bikin, divê her ferekî kromozomên alel ev genê bi xwe va bigire, eger gena ferekî kromozomê, gena dirêj be êm vî genê wekî B nîşan dikin. Fera din a homolog jî li heman cihê de divê gena bejnê li xwe bigre , eger gena bejnê ya fera homologê jî gena dirêj be ,em wî jî wekî B nîşan dikin, na eger gena bejnê ya kin be, vê gavê em ev genê bi tîpa b nîşan dikin. Gena B û gena b allên hevdu ne. Ji bilî sperm û hêkê, di hemû xaneyên mirova [[mê]] de 23 cot kromozomên homolog ,di xaneyên mirovê [[nêr]] de 22 cot kromozomên homolog heye.
|