Celal Telabanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Redirect berve Celal Talebanî
 
Rêz 1:
#redirect[[Celal Talebanî]]
[[Wêne:Telebani.jpg |thumb|Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî]]
 
Celal Telebanî, di sala 1933'an de ji dayik bû. Di sala 1950'an de weke serok û sazûmankarê baskê ciwanên PDK'ê dest bi xebata xwe ya siyasî kir. Piştî ku bi Serokê PDK'ê Mistefa Berzanî re kete nav fikrên cûda de, ji PDK'ê veqetiya û YNK ava kir. Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK di [[1'ê hezîran'ê]] sala 1975an de di bin serokatiya Celal Telabanî de li paytexta Surî Şamê hate avakirin.
 
Piştî salekê li hemberi hûkumeta Bexdayê dest bi şerê çekdarî kir.
 
Piştî vê yekê şer û nakokiya navbêra PDK û YNK'ê di dirêjahiya 30 salan de berdewam kir û bû yek ji navendên jiyana siyasî ya herêmê.
 
 
Piştî şerê Kendavê, Başurê Kurdistanê (Bakurê Iraqê) ji bo hukumeta Iraqê weke herêmeke 'Ji firînê re Qedexe' hate îlankirin. Bi vê yekê re navbêra PDK û YNK'ê hinek baş bû.
 
Aliyan, di sala 1992'an de hilbijartin lidarxistin û li herêmê rêveberiyeke hevbeş ava kirin.
 
Lê belê hilbijartinên ji bo serokatiya vê rêveberiyê, bi xwe re pêvajoyeke şer û pevçûnan jî anî.
 
Di 4'ê Cotmehê 2002'an de bi navbêynkariya DYE'yê peymanek hate mohrkirin, ji wê peymanê û vir ve, her du partî hewil dan bi hev re tevbigerin.
 
Telebanî, pêşî ji Konseya Rêveber a Iraqê, dûre ji Serokkomariya Iraqê re hate hilbijartin.