'''Kathleen Mansfield Murry''' (néejdb. Beauchamp; 14ê çiriya pêşîn a 1888an - 9ê kanûna paşîn a 1923an) nivîskareke modernîst a navdar bû ku li [[Nû Zelenda|Zelanda Nû]] ji dayik û mezin bûye. Wê bi bernavê '''Katherine Mansfield''' [[kurteçîrok]] û helbest nivîsandin. Dema ku ew 19 salî bû, Zelanda Nû ya kolonyal terikand û li Înglistanê bi cih bû, li wir di {{girêdan|Koma Bloomsbury|en|Bloomsbury Group}} de bû hevala [[D. H. Lawrence]], [[Virginia Woolf]], [[Lady Ottoline Morrell]] û yên din. Di sala 1917an de hatiye teşhîskirin ku Mansfield bi [[Tuberkuloz|tuberkulozê]] ketiye, û ew li Fransayê di 34 saliya xwe de mir.