TOEFL kurteya Test Of English as a Foreign Language, ango Ezmûna Îngilîzî Weke Zimanê Biyanî ye, ezmûneke zimanê îngilîzî yê standard ê Amerîkayê ye. Asta zanîngehane ya beşên axaftin, fêmkirin û rêziman dipîve. Gelek xwendegeh û zanîngeh vê ezmûne ji bo serlêderan weke şertê sereke dipejirînin. Saziya ETS'ê (Educational Testing Services, Servîsa Ezmûnkirina Perwerdekar) vê ezmûnê amade dike.

Girêdanên derve biguhêre