Têkoşîna belûçan li Îranê

(Ji Têkoşîna Belûcan li Îranê hat beralîkirin)

Têkoşîna belûcan li Îranê sedemên şer û pêvçûnên dewleta Îranê û gelê belûçî dide nîşan. Gelê belûc bi giştî li parêzgeha Sîstan û Belûçistan (parêzgeh) dijîn. Her wisa hejmareke ji nifûsa wan ya ji Îranê mezintir jî li Pakistanê dijîn.

Kurtenêrînek li ser belûçan biguhêre

Gelê belûç di navbera dewletên Îran, Pakistan û Efxanistanê de dijîn. Li Pakistanê bi taybetî li parêzgeha Belûçistanê, li Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li Efxanîstanê jî bi taybetî li parêzgehên nêzîkî Pakistan û Îranê dijîn. Gelê Belûç bi vî halê xwe dişibin kurdan. Çûnkî ew jî wek kurdan di navbera dewletên herêmê hatîye dagir kirin. Her wisa hêjayî gotinê ye ku sinorên cografyaya Belûçan digehe Okyanûsa Hindê û gewrîya Hurmizê, ji ber van sedeman xwedî cihekê girîng e.

Bi dûçûna zanyar û dîrokzanan bingeha gelê belûç digehe bajêrê Helebê. Ji wir diçin Iraqê û ji wir jî dibin penaber û di navbera dewletên Îranê, Pakistan û Efxanistanê de bicîh dibin.

Li Pakistanê yekemîn car li sala 1947ê de serhildanên belûçan bi daxwaza serxwebûnê destpê kirin.Ji ber hêza Pakistanê şandî Belûçistanê Ehmed Yar Xan mecbûr ma ku li gel Pakistanê hevpeymanê destnîşan bike. Li sala 1948ê ji ber givaşa Pakistanê xweserî jî ji Belûçan hate standin. Hemû şer û pevçûnên modern yên Belûçan li vir destpê dikin. Li salên 1955ê, 1968ê û 1973yê şer û pevçûn li herêmê qewimîn. Her çend di sala 1973yê de di makezagona Pakistanê de federalî hatibe qebûl kirin jî, ji ber îhlalên Pakistanê nerazîbûn di nav belûçan de rûda. Heta niha jî şer û pevçûn berdewam dikin.

Li Îranê pirsgirêka belûçan xwedî taybetmendîyên cuda ye. Îran di makezagona xwe de dewleteke Şîî ye û gelê belûç jî bi giştî Sunî ne. Li sala 2003yê Cundilah hate damezrandin. Armanca vê rêxistinê ew bû ku mafên gelê belûç li dijî rêjima Îranê biparêze. Bi taybetî vê rêxistinê li sala 2005ê êrîşî konvoya serokkomar Ehmedînecad kir û bi vê xwe da nasîn bo dinyayê.

Li Efxanistanê heta niha nehatiye dîtin ku belûçan mafên neteweyî bi awayeke çekdarî xwestibin. Ji ber sûnîbûna wan û aryanîbûna wan û gelên din yên Efxanistanê, taybetî ji bo neteweyê xwe têkoşînê nakin.

Têkiliyên gelê belûç û rêxistinên selefî wek el-qaîde û talîban jî xwedî cıhê lêkolînê ye.

Destpêk biguhêre

Piştî şoreşa Îslamî li Îranê mezheba Şîî li Îranê bû desthilat û wek mezheba fermî hate îlan kirin. Vê bûyerê jî têkiliyên gelê Belûc li gel rêjima Îslamî xerab kir. Jixwe gelê Belûç bi giştî Sunî ne. Gelê Belûç yê li Pakistanê û Efxenistanê dijîn gelek tesîr li Belûçên Îranê jî kirine. Di nav Belûçan de ji ber rêxistinên El-Qaîde û Telîban fikrên wehabîtî gelek zêde ne.

Partî û rêxistinên gelê belûç li Îranê biguhêre

Rojane biguhêre

  • Li 6ê berfanbara 2018ê de li bajarê Çebehara girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê êrîşek bi wesaîteke bombekirî pêkhat, di êrîşê de 2 kes hatin kuştin û çendîn kes jî hatin brîndar kirin.[1] Ensar El-Furqan ev êrîş kir stûyê xwe.[2]
  • Di reşemeha 2019ê li dijî Hêzên Besîcî êrîş hat pêkanîn, di encamê de leşkerekê Îranê hate kuştin, Ceyşûl Edl ev êrîş girt ser xwe.[3]
  • Di reşemeha 2019ê de li bajarê Zahedan ê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, êrîşek li dijî Pasdarên Îranê pêkhat d encamê de 27 pasdar hatin kuştin û gelek jî hatin brîndar kirin.[4][5] Ev êrîşe hêza Ceyş ûl-Edl girt ser xwe.[6] Rêvebirên artêşa Îranê li ser vê meseleyê Pakistan sûcdar kirin.[7]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "At Least 2 Killed in Terrorist Car Bomb Attack in SE Iran (+Video) - Society/Culture news - Tasnim News Agency". Tasnim News Agency (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 adar 2023.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 27 adar 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ https://www.tasnimnews.com/en/news/2019/02/02/1937277/deadly-terrorist-attack-hits-basij-base-in-se-iran
  4. ^ https://www.bbc.com/news/world-middle-east-47231959
  5. ^ https://www.tasnimnews.com/en/news/2019/02/13/1946784/terrorist-attack-in-southeastern-iran-kills-a-number-of-irgc-forces
  6. ^ https://www.tasnimnews.com/en/news/2019/02/13/1946784/terrorist-attack-in-southeastern-iran-kills-a-number-of-irgc-forces
  7. ^ https://www.tasnimnews.com/en/news/2019/02/16/1948118/irgc-commander-criticizes-pakistan-for-sheltering-terrorists