Spehiyan

Gundekî Gimgima Mûşê

Spehiyan (bi romî kirine: Yurttutan), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

Spehiyan
Yurttutan
Spehiyan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Spehiyan
Spehiyan
Koordînat: 39°4′15″Bk 41°46′8″Rh / 39.07083°Bk 41.76889°Rh / 39.07083; 41.76889
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeQerekoy
Bilindahî
1.650 m (5410 ft)
Nifûs
 (2010)
546[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge

Wateya navê gund biguhêre

Di lêkolîneke navê gundan a di salên 1970ê de ji aliyê komeleya mamosteyan a Gimgimê (TÖB-DER) ve hatibû kirin de, navê gund wekî Spehiyan cih girtibû. Li herêmê navê gund wekî Îspeyan, Îspehyan tê bilêvkirin. Gorî vê xebatê rastiya wê Spehiyan e. Ango siwariyan an xweşik, rindikan. Bêjeya "spehî" tê wateya rindî û siwarîbûnê.

Xebatek ji aliyê ASDK-DERê (Anti Sömürgeci Kültür Dernegi - Komeleya çandî ya dijberê mêtingeriyê) jî hatibû kirin. Di xebata wan de jî navê gund wekî Spehiyan cih digirt. Di salên 1970î de li Gimgimê li hin dibistanan kûrsên zimanê kurdî dihatin lidarxistin, dersên dîroka Kurdistanê dihatin dayîn. Mixabin xebat û lêkolînan wan nehatin parastin, pirraniya wan jî ketin destên dewletê, hatin tunekirin.

Navê gund ji wargehên siwariyên Merwanîyan tê. Di seferên Romayiyan de, artêşên Romayê li vir kurtedemî mane. Yekîneyên Hemîdiyeyê jî li vir siwariyên xwe perwerde kirine, bo êrîşan wekî baregeh bikaranîne. Gund navê xwe ji spehiyan-siwariyan girtiye.

Dîrok biguhêre

Bi zanistî lêkolînekê berfireh li ser bingeh û dîroka gund nehatiye kirin.

Erdnîgarî biguhêre

43 km ji Gimgim, 91 km ji Mûşê dûr dikeve. Bilindahiya axa gund ji rûyê avê 1.650 m ye.

Avhewa biguhêre

Axa herêmê çiyayî ye û klîmaya wê Serhedî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan sar û dîrêj in.

Aborî biguhêre

Şer, qedexeya zozanan aboriya gund xirab kiriye. Gelekan bar kirine. Dewletê bi çêkirina bendavan ekosazûmaniya herêmê xistiye xetereyê. Bendavan bandoreke neyînî kirine.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2010 546
2008 544[3]
2000 880
1990 786
1985 844

Wargehên balkêş biguhêre

Navdarên Spehiyanê biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2010
  2. ^ Yerelnet, Yurttutan, ji orîjînalê di 5 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 hezîran 2011
  3. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve biguhêre