Cure

(Ji Species hat beralîkirin)

Cure, çeşîd (herwiha bi latînî: species) ji bo riwek û ajalên hevpar, hevşêwe û heman kana genetîkî, heman famîleyê de cih digirin re tê gotin,

Dabeşandina biyolojîk

Ji ber ku zimanê zanistiyê latînî ye, di kurdî de, navên latînî jî tên bikaranîn. Heger ajal an riwekeke nû bê vedîtin an bi rêbaza durehîkirinê (melezî) riwekek nû derkeve holê, bi latînî navê cins û cureyê lê tê kirin.

Ajalnas û riweknas pirranî riwek jiku belav bûye navê wê herêmê pêve dikin. Hin cure hene, di nava xwe de gelek varyasyonan dihewînin. Ji wan re riwekên pirrcure yan polîtîpîk, heger nebin jî yekcure yan monotîpîk dibêjin.

Di jînewerzanistîyê de, toxim, bizir an tuxûm jî di wateya cureyê de tê bikaranîn lê ne di zanistiyê de. Her tuxmek ji jîneweran endamwerên weha bi xve ve digire ku ji ber hindê bavkalikekê hevpişkê nêzîk heye ji aliyê ruxsar, laşkelêşî, erkzanistî, û bûmayîkzanistîyê ve xwediyên saloxetên wekhev in.

Pirr caran, navên lawiran di zimanê axavtinê da ne wekî navên wan di sinfandina jînewerzanistî de ne. Ji bo mînak, navê se bin-tuxmekê gurgan in.

Di dabeşandina zanistî yê de, navên du parçeyî û wekî peyveka Latînî ji bo navkirina cureyan tên bikaranîn. Navê nivşê li destpêkê tê û tîpa (pîta) destpêkê ji navê nivşî jî bi awayê kapîtal e. Navê cureyê bi awayê tîpên tewandî (îtalîk) li paş navê nivşê tê. Ji bo mînak gurên boz wekî Canis lupus dihên navkirin.