Serpêhatiyên Aliceyê li welatekî ecêb ( pirtûk)
Serpêhatiyên Aliceyê li welatekî ecêb [1] ( sernavê resen : Alice’s Adventures in Wonderland), romaneke ji sala 1865an ku ji hêla nivîskarê îngilîz Lewis Carroll (bernavkê Charles Dodgson) ve hate nivîsandin. Roman derbarê keçek ciwan e ya bi navê Alice ku di qulika kerguhan ve dikeve nav cîhana aşopî ya binax, ku ji hêla afirîdên ecêb û antropomorfîk ve tê de dijîn. Ew roman wekî yek ji baştirîn nimûneyên janra gewc a wêjeyî tê hesibandin.[2][3] Roman bi mentiqê dilîze û çîrokê hem bi salmezinan û hem jî bi zarokan re mayinde hezkirî dike.[4]
Serpêhatiyên Aliceyê li welatekî ecêb | |
![]() | |
Nivîskar | Lewis Carroll |
Sernavê xwemalî | Alice’s Adventures in Wonderland |
Wergêr | Ciwanmerd Kulek |
Welat | Keyaniya Yekbûyî |
Ziman | Îngilîzî |
Weşanxane | Weşanên Avesta |
Rûpel | 136 |
ISBN | ISBN 978-6052246412 |
biguherîne ![]() |
Yek ji navdartirîn berhemên aşopiya îngîlîzî. Çîrok, pêkhate, karakter û wêneyên wê di çand û wêjeya popûler de, bi taybetî di cureyê aşopî de bandoreke pir mezin kiriye. Her wesa berhem bi kêmî ji bo 97 zimanan hatiye wergerandin. Mîrasa domdar gelek adaptasyonên ji bo şanogeh, ekran, radyo, huner, parkên mijarê, lîstikên maseyî û lîstikên vîdyoyê pêk tîne. Carroll di 1871 de berdewamiyeke bi sernavê Through The Looking-Glass, û di sala 1890 guhertoyek kurtkirî ji bo zarokên piçûk,The Nursery "Alice", çap kir.
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ "Aliceyê serpêhatiyên xwe yên li welatekî ecêb bi zimanê kurdî gotîye". Navenda Nûçeyan a BIAyê.
- ↑ Lecercle, Jean-Jacques (1994) Philosophy of nonsense: the intuitions of Victorian nonsense literature Routledge, New York. ISBN 978-0-415-07652-4. p. 1 ff
- ↑ Schwab, Gabriele (1996) "Chapter 2: Nonsense and Metacommunication: Alice in Wonderland" in The mirror and the killer-queen: otherness in literary language Indiana University Press, Bloomington, Indiana. ISBN 978-0-253-33037-6. pp. 49–102
- ↑ Lecercle, Jean-Jacques (1994) Philosophy of nonsense: the intuitions of Victorian nonsense literature Routledge, New York. ISBN 978-0-415-07652-4. p. 1 ff