Senar Mamedî, Siyasetmedarê Kurd, di sala 1924ê de li gundê Hecîcefan ser bi bajarê Selmasê hate dinê.[1]

Senar Mamedî
Senar Mamedî
Jidayikbûn1924
Mirin15 Tebax 2009
Stokholm, Swêd
EsilKurd
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Senar Mamedî di sala 1924ê de li gundê Hecîcefan ser bi bajarê Selmasê hate dinê. Senar di 17 salî ya xwe de kete nav rêzên ciwanên demokratên Kurdistanê. Piştî navçûna Komara Kurdistanê Senar bû berpirsyarê Hizba Demokrat a beşa Bakurê Rojhelat. Di sala 1950 dema serokwezîrî ya Dr. Mosediq de Senar bû namzedê mecilsa şoraya Milî. Ew babet bû sebeba naskirîna wî di nav Îranê û Rojhelatê Kurdistanê de. Sala 1961-62 Senar dijî rêjîma Şahê Îranê dest bi xebata çekdarî kir.

Di sala 1965-67 Senar bo alîkarî kirina ji bo şoreşa Başûrê Kurdistanê derbasî Başûr bû. Mixabin di sala 1970 de Senar li Başûr Kurdistanê de brîndar ket û piştî về radestê Îranê nefret kirin û heta 1979 li zindana Şah de girtî ma. Senar di Cotmeha 1979 di dema şorşa gelê Îranê de Azad bû. Di bihara 1980 paşî ku Hikûmeta Xomeynî hat ser kar û mafê kurdan înkar kirin, Senar carek din dest bi xebata çekdarî siyasî icar li hember rêjîma Xomeynî kir. Hêza bi serokatî ya Senar digihîşte 1000 Kesan.

Senar Mamedî li Swêdê xebatên xwe yên siyasî domand û heta niha 3 pirtuk li ser dîroka Kurdistan, bi tayibet herêma Selmas û serpêhatiyên şoreşa về demê hatine çap kirin û ya 4an jî di bin çapê de ye.

Senar di 85 saliya xwe a ku pir bi xebat û têkoşin ji bo rêzgariya Kurdistanê, di xeribiyê de paşî çendin sal li derveyê welat di 15ê Tebaxê 2009 li bajarê Stokholmê çû ser dilovanî ya xwe.

 
Senar Mamedi bi Pêşmergeyan.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Senâr Mamedî (Ji bo bîranîna Senar Mamedî) (senarmamedi) - Profile". Pinterest (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 gulan 2021.