Sînemilî (devok)

devok a rojava

Devoka êla Sînemilî yek ji devokên kurmancî yên jêrzaravaya rojava ya ku li rojavayê Kurdistanê, ango li parêzgehên wek Dêrsim, Sêwas, Ezirgan, Riha, Xetay, Dîlok, Efrîn, Gurgum, Adiyeman, Xarpêt û li Anatoliya Navîn û Pontûsê tê axavtin e. Bi vê zaravayê ne tenê Sînemilî, herwiha kurdên elewî yên li Kurecikê, Darendeyê, Melediyê, Girînê, Çêlikanê, Sarizê, Avşînê hwd. jî pê diaxivin.

Devoka Sînemilî
Kurmoncî
Welatên lê tê axaftin  Kurdistan
Herêm Gurgum, Qeyserî, Meledî, Adiyeman, Edene, Sêwas
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Deng biguhêre

Ev devok ji aliyê fonetîka xwe û veguhêrînên dengî de gelekî balkêş e. Hemû deng di kurmanciya botanî de tê de hebin jî, vana di telafuzê de tênê guherandin. Herwiha dengê [e] dibe [a] an [æ] (ez -> az). Dîsa bi kêmî [o] dibe [ê], [ê] dibe [î] (navê te -> novî ta) û [a] dibe [û]. Dengê [b] yê di kurmanciya botanî dibe [v] an carnan [w], gerçî ev mêla veguhêrandina dengê b -> v di devoka Serhedê de jî heye.[1] Dîftonga [xw] carnan dihele ser [x]ê ye (bixa <- bixwe). Avahiya fonetîkî ya vê devokê gelekî nêzîkê zaravayên kurdî yên başur e (Soranî, Kelhûrî, Lekî).[2]

Ferheng biguhêre

Ferhengoka devoka Sînemîlî jorejêr bi ya jêrzaravaya kurmancî ya rojava re yek e. Lewma ku veguhêrandinên dengî yên di vê devokê de xeynî çend vejartan di kurmancî rojavayî de jî xuyayî ne.

Sînemilî Kurmanciya nûjen
weska, wesda niha (Soranî: esta, Lekî: eskê)
dengkirin axaftin
delik zarok
dol dawet
apa met
atê dayik
bêtin gotin
bilem gelo
bozik hermî
birbang sive
çirr, çirg ça, çawa
dangiz derya
tirçî, Tirçiye tirkî (romî), Tirkiye
meyr lêzim, meriv
ancan (di) dawî de
ax ax, xwêlî
banu benîşt
bürün birîn
ogir agir
nov nav

Hejmar biguhêre

  • 1 yak
  • 2 dudu
  • 3 sesê
  • 4 çar
  • 5 panc
  • 6 şaş
  • 7 hawt
  • 8 hayşt
  • 9 nah
  • 10 dah
  • 11 dah û yak
  • 12 dah û dudu
  • 13 dah û sesê
  • 14 dah û çar
  • 15 dah û panc
  • 16 dah û şaş
  • 17 dah û hawt
  • 18 dah û hayşt
  • 19 dah û nah
  • 20 bîst
  • 30 Sî
  • 40 çell
  • 50 pîynce
  • 60 şêst
  • 70 hawtê
  • 80 hayştê
  • 90 nod
  • 100 sad
  • 1000 hazar

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Sinemilli Sivesi (9.06.2012), ji orîjînalê di 29 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 hezîran 2012
  2. ^ Westmundart, Kurdica (09.06.2012)