Di 21.02.1952yan de , jiber ku Bangladeş ji aliyê dewleta Bagistanê ve hatibû dagirkirin , zimanê dewletê yê fermî tenê zimanê Bagistanî bû loma cemawer û xwendekarên Bagiladişê xwepêşandanek bo vermîkirina zimanê Urdû digel zimanê Bagistanî li dar xistin. Jibo rê lêgirtina xwepêşandanê polîsên Bagistanî tiving dijî xwepêşanderan bi kar anîn û gule li wan baran. Di encama vê gulebarandinê yazdeh(11) kes ji xwepêşanderan hatin kuştin. Di 17.11.1999an de rêxistina Yûnisko ya çand û hunerê biryar da ku roja 21ê sibatê bibe roja cîhanî ya zimanê dayîkê. Ji ber vê yekê gelê cîhanê çi biçûk çi mezin ji wan gelan jî gelê Kurd bi vê rojê şa dibin û ahengan li dar dixînin.