Randolph Frederick Pausch (z. 23'ê çiriya pêşîn 1960 - m. 25'ê tîrmehê 2008) profesorekê zanistên kompûterê, serederiya mirovî û kompûterê û nitlandinê anko dîzaynê yê Amerîkayî li Carnegie Mellon University (CMU) li Pittsburgh a Pennsylvaniayê bû. Kitêba wî başfirotî bi navê "Dersgotara Dawîn" anko The Last Lecture ko di koka xwe da dersgotareka wî li roja 18ê Îlona 2007ê li Zanîngeha Carnegie Mellonê bû, navûbangekê cîhanî ji wî ra peyda kir.

Randolph Frederick Pausch (2008)

Di tebaxa sala 2006'ê, hat zanîn ko Rendî tûşî şêrpence a pankreasê bûye. Wî gerreka xurt û dijwar ya çaresera şêrpenceyê dest pê kir. Lê salekê paştir, li tebaxa 2007'ê, hat zanîn ko şêrpenceya wî teşene kiriye cerg û didanxweşik a wî. Ramana wê ew bû nexweşiya wî gehiştiye qonaxên dawiyê. Wî çaxî, çaresera kîmyayî jibo dirêjkirina jiyê wî hat destpêkirin.

Li roja 25'ê tîrmeha 2008'ê, Rendî li mala xwe li Chesapeake li Vîrjînyayê mir, dema ko jina wî Jai û sê zaroyên wî, Dylan (6 salî), Logan (4 salî) û Chloeyê dora wî girt bû.

Jînenîgarî biguhêre

Ew li Baltimor a Marylandê hat dinyayê, û li wîlayeta Kolombiyayê mezin bû. Li gulana 1982'ê bakaleryosa xwe di zanistên kompûterî da li Zanîngeha Brown wergirt û li tebaxa 1988'ê jî doktoraya (PhD) xwe her di zanistên kompûterî da li Zanîngeha Karnêgî Melon wergirt.

Çavkanî biguhêre