Qeyxaneya Wanê, cureyeke arxavkê (omletê) ye. Taybetiya qeyxaneya Wanê ji yên herêmên din, bikaranîna rûnê nivîşkî ye ku tehma xwarinê xweştir dike. Lê, demên dawiyê li aşxaneyên Wanê jî êdî bi rûnê ron (gulberoj ûêd) tên çêkirin, orjînaliya wê êdî nemaye.

Mirov dikare kêm-zêde terîfeya qeyxaneya Wanê, wekî standardekê bibîne. Yên herêmên din jî ne pirr cuda ne.

Berkelî biguhêre

  • 6 heb hêk (300 gr)
  • 1,5 stekan (qedeh) şîr (bi qasî 200-300 gr)
  • 1 stekan ard (arvan) (bi qasî 100-120 gr)
  • 3 kevçî rûnê nivîşkî (30-40 gr)
  • Xwê (bi qasî 10 gr)

Çêkirin biguhêre

Hêkên xwe di badiyekê de biçirpînin. Şîrê xwe berdin ser û tevdin. Hêdî hêdî ard pê werbikin û tevbidin, xwêya xwe bavêjinê û dîsa tevbidin.

Rûnbirêşkek hinek fireh bînin, kevçiyek rûnê nivîşkî bikinê, germ bikin. Ji sê paran yekê têkela xwe bi tevî 1 stekan avê berdin rûnbirêşkê, devanga wê bigirin, zerayî pê ket, biqulipînin (bizivirînin) û aliyê din jî wisa bikin.

Têkela xwe ya mayî jî wisa bikin. Parçeyên xwe yên pijandî li binikan parve bikin, bixemilînin, bînin ser destexaneyê (sifreyê).