Pîşesazî
Pîşesazî an îndustrî an jî endustrî (ji latînî Industria), ji hemû kargeh û karxaneyan, kû bi alîkariya mekîneyan, kala, xardemenî, ebzar yan jî, madeyên xav berhev û saz dikin, pêk tê.
Bi giştî, ji her desteyeka karweriyê ra ko bi şêwaz û metodên wekhev û hevpişk ji bo bidestveanîna fayîde an qezancê di xebitin pîşesazî dihêt gotin, mîna pîşesaziya muzîkê, pîşesaziya tirompêlan ango otomobîlan. Bêjeyên hemmehne (sînonîm) endustrî an îndustrî, senayî ne.
Bi ramaneka dî, pîşesazî ew tişt bû ko wekî bingehê peydebûna Ewropa ya nû piştî Şoreşa Pîşesaziyê dihêt hesibandin. Di vê ramana nû da, pîşesaziyê wekî metodekê nû yê berhemanîn û aboriyê cihê berhemanîna bazirganane û feudalane girt. Destpêka wan guhartinan bi afirandina makîneya helmê û pêşkevtinên zanistî û teknolocîkî yên dî bû.
Îndustrî di aboriya her welatekê, rolekê gelek giring dibîne. Endezyariya endustrî, karê pilan û sazkirina van kargeh û karxaneyan dike û prosêsa avakirinê heta bi Dawî hatin û karkirinê jî kontrol dike.
Pîşesaziya destpêkê
biguhêreEv pişik ji pîşesaziya her neteweyekê wan pîşesaziya vedigirit ko ji bo hemî pîşesaziyên dî gelek bingehîn û destpêkanî ne. Mînakên vî coreyê pîşesaziyê derêxistina madeyên xav ji madenan, cotkarî û çandin, rêlvanî (daristan), terşdarî (xwedîkirina pez û ga û lawirên dî), masîgirî û hwd ne.
Cureyên pîşesaziyê
biguhêrePîşesazî di aboriyê da dabêşî pîşesaziya destpêk, pîşesaziya duyê û pîşesaziya sêyê dibêt. Pîşesaziya duyê bi xwe dabêşî pîşesaziya sivik û pîşesaziya giran dibit.
Şaxeyên pîşesaziyê
biguhêrePîşesazî ji gelek şaxe an ji beşan pêk tê. Çend beşên giring di vî warî de evin:
- Pîşesaziya xwardemenîyê (xwarin û vexarin)
- Pîşesaziya titûnê (cigare)
- Pîşesaziya tekstîlê
- Pîşesaziya pust û çerm
- Pîşesaziya Çûb û Dar
- Pîşesaziya kaxezê
- Pîşesaziya çapemenîyê
- Pîşesaziya Nefta Xav, Seng Reju û Enêrjiya Atomî
- Pîşesaziya kîmîyawî
- Pîşesaziya plastîkê
- Pîşesaziya hesin
- Pîşesaziya Maşînsazî
- Pîşesaziya Amêrên Defteran (Bûro)
- Pîşesaziya Elektronîk
- Radyo û Televîzyon
- Pîşesaziya Amêrên Mêdîzîn
- Pîşesaziya optîkê
- Pîşesaziya Seetsazî
- Pîşesaziya Tirompêlsazî
- Recycling (Pîşesaziya vegerandina Kirş û Zibale)
- Pîşesaziya tekber
- Pîşesaziya Hewapeyma û Sefînesazî
- Pîşesaziya Keştîsazî
- Pîşesaziya Dermansaziyê
- Pîşesaziya komputerê