Peymana 11ê Adarê

(Ji Peymana 11'ê adarê hat beralîkirin)

Peymana 11ê Adarê yan Beyana 11ê Adarê lihevhatinek bû di navbera rêberê kurdan di Şoreşa Îlonê de, Mela Mistefayê Barzanî, û cihgirê serokkomarê wê demê yê Îraqê Sedamê Hisên de li roja 11ê Îlona sala 1970ê çêbû.

Ew peyman di dîroka xebata geleê kurd da xaleka werçrxanê bû jiber ko ji bo cara pêşîn bi awayekê fermî zimanê Kurdî wekî zimanekê fermî li Îraqê hat dîyarkirin û bi awayekê fermî ji layê hukmeta Îraqê ve dana mafê xwerêvebirinê anko otonomîyê bo 3 parêzgehên Kurdistanê hat niyasîn. Herçend e ko pişt ra Seddamî nexwest bi wê soza xwe wefadar bimîne û careka dî di sala 1974ê da şerr di navbera kurdan û Îraqê da derkevt, lê ew peyman her wekî bingehekê qanûnî di çarçûveyê qanûnên Îraqê da giring e. Tenê Destûr anko qanûna bingehîn ya Îraqê ko piştî nemana Seddamê Hisên li Îraqê hat pejirandin mafekê zêdetir ji wî mafê di Beyana 11ê Adarê da hatiye diyarkirin bi kurdan daye.

Çavkanî biguhêre