Pûsuke (bi japonî: プースケ) kûçikek bû, di 1'ê nîsana 1985'an de li Japonê zaye û li gorî Guinness World Records (Rekorên Cîhanê yên Guinness), ji çileya pêşîn a 2010'an û heta roja mirina wî ya 5'ê çileya pêşîn a 2011'an de, kûçikê herî kal ê cîhanê bû [1].

Li gorî hin çavkaniyan ew melez bû, lê li gorî hin çavkaniyên din cureyê Shiba-inu bû. Pûsuke kînge giyana xwe da zêdeyî 26 salî bû, anku di jiyê kûçikan de kêm zêde 125 salî bû [2].

Pûsuke li bajarê Sakura-shiya devera Tochigi, Japonê, jiyana xwe derbas kir. Di sal 2008'an de, kêm mabû ku ew li rûdaneke trafîkê bimre, lê piştî emeliyateke dirêj ji mirinê filitiya. Di dawiyê de jiyê wî 26 sal û 8 meh û 5 roj bû.

Tevî kalbûna wî jî, Pûsuke ne kaltirîn segê di dema me de ye. Di navbera 1910'an û 1939'an de li Awistralyayê kûçikekî şivanekî gayan hebû, navê wî Bluey bû. Dema mirinê jiyê wî 29 sal bû [3].

Çavkanî biguhêre