Li nik Ekradan pîldar dibin. Lakin ev pîldarî ji zarotiyê da goya îcad dibin (peyda dibin). Meselen wekû jinekî hamîle meram dikitin (dixwaze) ko eve hemla ko dibitin bilanî pîldar bibitin. Weqtê ko ew zarok diwelide, filhal karekî(karikekê) tînin serjêdikin û goştê wî belav dikin. Lakin pîlê wî bidertînin û tînin kun (qul) dikin (û) bi qederê serê çiçikê dayê û serê çiçikê ji wî pîlî bidertînin û memikê ji wî kunî(wê qulê) didine wî zarokî. Daîm wehanî (wisa) çiçikê di wệ kuna pîlê da nî didine wî zarokî. Eslen bê pîlê, çiçikê nadine wî zarokî, heta ko ew zarok ji çiçikê tête birrîn (ji şîr vedibe). Wekû ew zarok ji çiçikê hate birrîn êdî rojê du caran, sube û êvaran tînin û ewî pîlî didine destê wî zarokî li wî pîlî nezer dikitin. Weha, heta ew zarok digehîte dereca eql û kemalê. Wekû ew zarok gihaye derk û îdrakê (têgihiştinê û temenê zanyariyê), îcarê goya ew zarok li wî pîlî nezer û dikitin herçî mirad û hewadis (bûyer) li dinyayê peyda bibin, ew mirov li wî pili de dibîne û neql dikitin. Lakin ew şert heye ko rojekî ew pîl nehatibe terikandin. 'Eleddewam (li pê hev)getşîr ji wî pîlî, dê vexwitin. Eger carekê jî biterikînin, ev şola jiboy wan miyesser nabitin (pêkan û mumkin nabe). Eve şola pîldariyê, goya di nêva xeyrî Ekradan dibitin. Lewranî min bi xwe, bi çavêd xwe paşayek ji ehlê Urmiyê dît ko navê (wi) Seyfeddîn paşa bû, ew jî pîldar bû û pîl digel hebû û li pîl nezer dikir (dinêrî) û hewadis û waqi'at(bûyer û serpêhatî) neql dikirin. Û eve pîldarî mexsûsê qismê (celebê) mêr nînin belkû ji jinan jî heyin. Û ev du qisim mirov li Kurdistanê da, qewî zêde meqbûl dibin û gelek baweriyê bi wan dikin. Û ev cindar û pîldar, gelek malî û diravî peyda dikin. Lewranî Ekrad i'tiqada wan dikin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Adet û Rusûmetnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Weşanxaneya Nûbihar, Sal:2010, Rûpel:133-134