Nanoteknolojî, Zanistiya nano îro li cîhanê ji nav hemû beşên zanistiyê herî zêde di rojevê de ye. Herêma ko mijara nanoteknolojiyê ye di keve nav sînorên kîmya, fizîk û biyolojiyê de. Nanoteknolojiyê rê diveke, da mirov keresteyan atom bi atom avabike. Wurdiya (precision) ecêb ya vê zanistiyê derfetan dide, da mirov madeyên nû, yê xwedî taybetmendiyên nû biafirêne.

Cara pêşî sala 1991 li Japonya nanolûle hatine vedîtin. Bêjeya nano ji zimanê yewnanî tê, wateya nano jî acûck e. Bi alîkariya nanoteknolojiyê mirov dikare taqên atoman yek li pey ya din li ser hev deyne û madeyên nû ava bike, na, di hin mercan de mirov dikare atom li pey atomê li ser hev deyne û binyata (structur) madeyê li gor daxwaza xwe ava bike. Delîveyên avakirin û pevgehandina binyatên renge reng, bi piranî, bê dawî ne.

Yek nanometr dike yek li ser milyonî ji mîlîmtrê, yan jî weke dirêjiya rêza pênc atomên li pey hev in; laşê bi vî gewdî sînor e ji piçûbûna tiştekî ko mirov karibe çêbike. Dema made û binyat di endazeya nano de têne çêkirin, ew dibine xwediyên taybetmendiyên nû. Weke nimûne rengê nanoparçekî zêr ne zer e, li gor mezinbûna her nanoparçekî reng sor, kesk yan jî şîn e. Di heman wextî de nanoparçeyên zêr gelekî ji parçên mezin hişktir in.

Ji nû di van deh salên dawî de mirov karîbû bi awayekî dîtaneyî (theoretically) û azmûnî (experemantaly) bi ferehî lêkolînan li ser nanobinyatan çêbike. Berî niha komputerên pir bi hêz û amêret nebûn. Ji heyama vedîtina makîna hêza hilmê û vir de nanoteknolojî giringtrîn serketina teknîkî ye.

Delîveyên bêsînor biguhêre

Delîveyên bikaranîna nanoteknolojiyê bêsînor in. Eger bi tenê basa hêzdarî (strength, firmness) û gehênîtiyê (conductivity) were kirin, nanoteknîk şoreşekê di karbarîtiyê (performance) de bi xwe re têne. Ew jî dê guhertinên radîkal di pîşesazî û dorhêla me de çêbike. Karbon di forma elmasî de 50-70 carî ji pola hêzdartir e û giraniya wê çaryeka giraniya polayê ye. Ka encama peydebûna madeyeke nû bêne ber çavên xwe, eger ew made sed carî ji pola hêzdartir be û giraniya wê şeşyeka giraniya polayê be, û bi ser de jî gehênîtiya wê weke ya paxir (copper) be!

Giraniya balafirên ji vê madeyê bêne çêkirin dikare bike pêncyeka giraniya balafirên îro hene û perên wan balafiran dê li gora perên balafirên dema îro pir tenik bin. Bidestxistina enerjiyê ji ardûyê di motoran de dişewite dikare pir mezin be û gera motoran di yek xuleyê de dê karibe pir xurt be. Kablên gehênîtiya wan 50-100 carî ji ya paxir zêdetir be dikarin şoreşekê di karîgerîtiya (efficiency) guhastina wizeyê de pêk bêne.

Bikaranîna nanoteknîkê dê cihê xwe li her warê ko bikeve bîra mirov de bigire û di pêşerojê de gelek hêvî hene ko ev tiştên li jêr bi cih bibin:

  • Terembêl û balafirên siviktir
  • Heyberîn xwedî rûyên hêzdartir û xweragir li ber zingarbûnê
  • Paqijkirina av û bê
  • Alîkarî ji bo naskirina nexweşiyan,
  • Amêrên vedîtina berwext ya nexweşiya penceşêrê…

Bikaranîna nanoteknolojiyê di hin waran de bûye rastî, lê ewê di hin warên din de 10-30 salên bikişêne.