Nûkurd malpereke bi zimanê kurdî (kurmancî) ye. Xwedî û edîtorê giştî yê malpera Nûkurdê nivîskarê kurd Evdile Koçer e.

Nûkurd
Malper    http://www.nukurd.com
Ziman Kurmancî
Avabûn Kanûn 2010
Xwedî Evdile Koçer
Dirûşm Li pey şopên nû
biguhêreBelge

Malpera Nûkurd ji Kanûna sala 2010'an ve wek malpereke serbixwe dest bi weşana xwe kiriye û weke rojnameyeke li ser înternetê her roj balkêştirîn nûçeyên bi kurdî yên rojane, çandî, hunerî, wêjeyî diweşîne.

Nûçe biguhêre

Nûkurd her roj balkêştirîn nûçeyên nû yên siyasî, çandî, hunerî, wêjeyî û civakî yên ji Kurdistan û dinyayê diweşîne. Malper girîngî dide dîtbariya nûçeyan, loma bi nûçeyan re her dem vîdyo û wêneyên balkêş jî têne weşandin.

Nûkurd ligel peyamnêrên xwe û ajansên kurdî, her wiha ji zimanên erebî, farisî, tirkî, almanî, îngilîzî jî nûçeyan werdigerîne ser zimanê kurdî û di malperê de diweşîne.

Nivîskar biguhêre

Di Nûkurdê de gelek nivîskarên kurd yên navdar yên wekî Bayram Ayaz, Evdile Koçer, Brader Musikî, Omer Dilsoz, Newaf Mîro, Marîna Siyabend, Mîr Qasimlo, Ciwan Tengezar, Rukiye Ozmen, Rêzan Demîr, Azad Zal, Feratê Dengizî, Nesrîn Rojkan, Bedel Boselî û Hozan Robar bi berdewamî dinivîsin.

Her wiha nivîskarên kurd yên wekî Lokman Polat, Fêrgîn Melîk Aykoç, Zinarê Xamo, Memo Şahîn, Abdulkadir Ulumaskan, Tariq Hemo, Şengul Ogur, Azîz Aliş, Baran Berfîn, Gabar Çiyan û Mistefa Dewlemend jî car caran ji Nûkurdê re dinivîsin.

Her wiha gelek nivîsên nivîskarên kurd û tirk yên bi kurdî jî wekî mêvan di malperê de cihê xwe digirin.

Xwendevan û Şîrove biguhêre

Xwendevanên Nûkurdê bi hêsanî dikarin li binê nivîs, nûçe, vîdyo û wêneyan şîrove û fikrên xwe binivîsin. Xwendevan bi vî rengî bi fikir û nêrînên xwe yên cûda ve bi kurdî bi hev re dikevin nîqaşê û dikin ku rexneya bi kurdî ya nivîskî jî pêş bikeve.

Karîkatûr biguhêre

Karîkatûrîstên kurd Yahya Salo, Seyda Muhamed, Mîr Malalayko bi karîkatûrên xwe yên balkêş û mîzahî ve malperê dixemlînin.

Her wiha ji medyaya dinyayê jî gelek caran karîkatûr di Nûkurdê de têne weşandin.

Pîvanên Nûkurdê biguhêre

Nûkurdê di malperê de çend pîvanên xwe wiha eşkere dike:

  • Nûkurd rojnameyeke înternetî ya serbixwe ye û ne bi ser tu partî, rêxistin û dezgehan ve ye!
  • Her nivîskar, edîtor û peyamnêr ji naveroka nivîsa xwe berpirsyar e û pîvanên rojnamegeriyê yên navnetewî diparêze!
  • Nûkurd ji naveroka lînkên ku cihê têne vekirin, ne berpirsyar e!
  • Nûkurd bi tu awayî cih nade nivîs, nûçe û şîroveyên ku tê de çêr, dijûn, heqaret û hwd. hebin!
  • Nûkurd mafê bersivdayînê dide hemû xwendevan û nivîskaran!

Girêdanên derve biguhêre