Muhsin Hendricks
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (sibat 2025) |
Muhsin Hendricks (hezîran 1967 - 15 sibat 2025)[1][2][3] îmamekî Afrîkaya Başûr, zanyarekî îslamê û çalakvanekî mafên kesên LGBT bû. Ew beşdarî komên parêzvanî yên cuda yên kesên LGBTê bû û ji bo pejirandina mafên kesên LGBTê di nav îslamê de têkoşiya. Ew wekî yekemîn îmamê hevzayend ê cîhanê tê dîtin, ku ji sala 1996ê ve hevzayendîtiya xwe bi awayekî vekirî qebûl kiriye.[4] Hendricks di meha sibatê 2025ê de li Bethelsdorp, Gqerbeha, Afrîkaya Başûr bû qurbaniya sûcê nefretê û ji ber birînên guleyan di bûyereke kuştinê de jiyana xwe ji dest da.[5]
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Hevwelatî | |
Pîşe |
Îmam, çalakvana/ê mafên kesên LGBT |
Kurtejiyan
biguhêreHendricks di malbateke misilman a kevneşopî de mezin bû,[6] û kalê wî dîndarekî îslamî bû. Wî li Zanîngeha Lêkolînên Îslamî ya li Pakistanê xwend.[7] Bapîrên wî xwedî paşxaneya îndonezyayî û hindstanî ne û wekî girtiyên siyasî û xulam ji hêla kolonyalîstên holendî ve hatin Cape Townê".[8]
Ew di sala 1991ê de bi jinekê re zewicî û zarokên wî ji v zewacê çêbûn, berî ku her du di sala 1996ê de ji hev veqetin. Piştre sê mehan di lîwarekî de jiyana xwe derbas kir, nêzî 80 rojan rojî girt û di şiklê istixare de li ser baweriya xwe medîtasyon kir. Hendricks wê salê, di 29 saliya xwe de, hevzayendîtiya xwe qebûl kir. Wê demê, ew wekî imam xizmet dikir, di mizgeftan de û li medreseya nêzîk hînkirinan dida, lê ji ber meyla xwe ya zayendî ji kar hate avêtin.[9]
Hendricks jiyana xwe bi hevjînê xwe yê hindî re derbas dikir û di sala 2017an de, ew 11 sal bû ku bi hev re bûn.
Çalakvanî
biguhêreDi sala 1996an de, Hendricks komeke bi navê Inner Circle damezrand, komeke piştgiriyê ku alîkariya misilmanên hevzayend dike, da ku bi meyla xwe ya zayendî re li hev bikin û ji bo ku zanibin ka ev yek çawa bandorê li baweriya wan a dînî dike.[10] Ew wekî bersivek ji misilmanên LGBT re hatin damezrandin, ên ku ji aliyê mizgeftên sereke û kevneşopî ji nimêjên înê hatine dûrxistin.[11] Ji sala 1998an pê ve, Hendricks nimêj, şêwirmendî û merasîmên zewaca hevzayendî yên misilman pêşkêş dikir. Inner Circle paşê wekî Weqfa Fitre (Al-Fitrah Foundation) hate zanîn.[12]
Wî diyar kir ku, li gorî şiroveya wî di Quranê de ti gotin tune ku hevzayendîtiyê şermezar dike. Ew çîroka Sodom û Emora wekî şermezarkirina destdirêjiyê, ne wekî şermezarkirina hevzayendîtiyê şîrove dike. Ev yek li dijî nêrînên sereke yên misilmanên kevneşop e, ku çîrokê ji bo şermezarkirina tevgerên hevzayendî bikar tînin.[13] Encumena Dadwerî ya Misilman di sala 2007an de Hendricks şermezar kir û paşê fetwayek li dijî kesên hevzayend da. Ev helwest ji hêla piraniya rêxistinên sereke yên misilman ên Afrîkaya Başûr ve dihat piştgirîkirin, lê ji ber ku cihêrengiya zayendî ya di civakên misilman ên pêşkolonyal de naye pejirandin, gelek hate rexnekirin jî. Digel vê yekê, di civatên afrîkî de komên muhafezekar ên ji hemî baweriyê gelek caran li dijî mafên LGBT tevdigerin û dibêjin hevzayendîtî "ne-afrîkî" ye.[14]
Di sala 2011an de, Hendricks li Afrîkaya Başûr Mescîda Xurba (Masjid ul-Ghurbaah) damezrand, ku ji aliyê Weqfa Xurba (Al-Ghurbaah Foundation) ve tê meşandin.[15] Derbarê vê hewildanê de, Hendricks got: "Civaka misilman him ji me hez dike, ûhim jî nefret dike. Carinan li gorî wan divê ez ji bilindtirîn çiyê bêm avêtin, û carinan ew qedrê wê yekê digirin ku imamêk heye, yê ku bi mirovên ku ew naxwazin bi wan re bixebitin re dixebite".[16] Weqfa Fitre paşê koma Mescîda Umam (Masjid ul-Umam) damezrand.
Hendricks di belgefîlma sala 2007an ya bi navê A Jihad for Love de cih girt. Di sala 2022an de, Hendricks bû mijara The Radical, belgefîlmeke almanî.[17]
Mirin
biguhêreHendricks di 15ê sibata 2025an de dema ku li Gqeberha beşdarî dawetekê dibû, bi guleyan hate kuştin. Hendricks li kursiya paşîn a otomobîlekê bû, dema ku Toyota Hiluxek rêya wan girt û dest bi gulebaranê kir. Li ser dîmenên kameraya ewlehiyê tê dîtin gumanbarên maskedar çawa ji cihê kuştinê dûr dikevin.[18]
Çavkanî
biguhêre- ^ (kurdî) https://www.rudaw.net/kurmanci/world/160220254
- ^ "Meet the gay imam who started South Africa's first LGBTIQ friendly mosque". SBS Voices (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
- ^ "A Gay Imam With Hindu Partner Runs An LGBT-Friendly Mosque In South A…". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "'I'm hoping there will be more queer imams' | Global development | Th…". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "ILGA World mourns Muhsin Hendricks, activist and first openly gay Imam". ILGA World (bi îngilîzî). 15 sibat 2025. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
- ^ "South Africa's openly gay Imam comfortable with role | Africanews". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Meet the gay imam changing attitudes from within - Positive News - Po…". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Q&A: Imam Muhsin Hendricks – ISLAMIA QUEERISTI". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Trembling Before Allah – The Forward". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Mushroom leather: How fungi became fashionable". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Hendricks, Imam Muhsin; Krondorfer, Björn (2011). "DIVERSITY OF SEXUALITY IN ISLAM: Interview with Imam Muhsin Hendricks". CrossCurrents. 61 (4): 496–501. ISSN 0011-1953.
- ^ "'Space to coexist': Inside South Africa's LGBT-friendly mosque | Reut…". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Bonthuys, Elsje; Erlank, Natasha (2012). "Modes of (in)tolerance: South African Muslims and same-sex relationships". Culture, Health & Sexuality. 14 (3): 269–282. doi:10.1080/13691058.2011.621450. ISSN 1464-5351. PMID 22081952.
- ^ Osman, Mujahid (2023-09). "Queering Jihad in South Africa: Islam, Queerness, and Liberative Praxis". Religions (bi îngilîzî). 14 (9): 1081. doi:10.3390/rel14091081. ISSN 2077-1444.
{{cite journal}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|tarîx=
(alîkarî)CS1 maint: unflagged free DOI (lînk) - ^ OPENLY. "Keep on talking: gay imam engages Africans in pandemic". OPENLY. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
- ^ "Cape Town's gay mosque provides rare haven | News24". archive.ph. 25 kanûna paşîn 2024. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "The Radical | Human Rights Film Festival Berlin". www.humanrightsfilmfestivalberlin.de (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
- ^ Presse, AFP-Agence France. "Openly Gay South African Imam Shot Dead". barrons (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 sibat 2025.