Mirovahî, xawêneke ku bi ehlaqa bingehîn a fedakariyê ve bi tevgera mirovî ve têkildar e ku di heman demê de hezkirin û dilovaniya mirovan a li hember hev nîşan dide. Mirovahî ji edaletê cuda ye ji ber ku astek fedakariyê tê de heye ku ev ast di edaletê de nayê dîtin. Mirovahî û tevgerên evînê, fedakarî û aqilmendiya civakî bi gelemperî hêzên takekesî ne lê edalet bi gelemperî ji bo her kesî re tê berfireh kirin. Mirovahî dikare wekî yek ji şeş xawênên ku di nav hemî çandan de hevgirtî ne were binav kirin.

Têgeh vedigere pêşetina felsefeya "mirovî" yan jî "humanîzm" a ku di dema Ronesansê hatiye pêşketin (bi pêşiyên di skolastîzma sedsala 13an de têgînek rûmeta bingehîn a mirovî ku ji Arîstotelyîzmê hatiye îlhamkirin) û têgeha mirovahîparêziyê di destpêka serdema nûjen de jî têgînên nûjen ên wekê "mafên mirovan" hatiye bidest xistin.

Perspektîvên dîrokî biguhêre

Felsefeya Konfusyus biguhêre

Konfusyus dibêje ku mirovahî yan jî "Ren" (仁), "hezkirina mirovan" e û dibêje "eger hûn dixwazin helwestek çêbikin, alîkariya kesên din bikin ku bibin xwedî helwest. Teoriya Konfusyus ya mirovahiyê rêgeza zêrîn a mirovahiyê destnîşan dike. Ramana Konfusyus qasî navendî ye ku dikare di analektan de 58 caran derbas bibe.[1]

Felsefeya yewnanî biguhêre

Her çend tevî hêja dîtina her dû hêzên mirovahiyê evînê û dilovaniyê, Platon û Arîstotelês tu carî mirovatiyê wekî xawênê nenivisandibe. Platon û Arîstotelês "cesaret, dadmendî, wekhevî" û "merdîtî, aqilmendî, dostanî, rastbûn, mezinahî û mezinatiya giyanî" bi rêzê ve xawênên mezinên mirovahiyê didîtine.

Dînên îbrahîmî biguhêre

Di Încîlê de behsa qencî, altruîzm (fedakarî) û hezkirinê tê kirin. Metelok 19:22da tê gotinê: “Daxwaziya mirovan qenciya wan e”. Di Încîlê de li ser mijara altruîzmê de bi giranî li ser alîkariya biyaniyan tê sekinandin (Îbranî 13:1) û Încîl li ser hevoka "dan ji sitendinê çêtir e" disekine (Karên Şandiyan 20:35).

Mirovahî yek ji "Heft xawênên esmanî" yên Thomas Aquinas e. Ji xeynî wê, mirovahî di hinek çandên xiristiyan ên pozîtîvîst de ew qas girîng bû ku diviyabû peyva mirovahiyê wekî navê Xwedê bi tîpê mezin bihatina nivîsandin.

Hestên mirovî biguhêre

Hezkirin biguhêre

Gelek pênaseyên cihêreng ên hezkirinê hene ku di nav de ji komek pêvajoyên biyolojîk û kîmyewî yên safî bigire heta têgehên dînî hene. Hezkirin wekî hêzek karakterî, hestek hevbeş e di navbera du kesan de ku ji hêla hevgirtin, rehetî û bi gelemperî di navbera hestên erênî de têne xuya kirin. Ev dikare bi 3 kategoriyan were dabeş kirin: hezkirina zarok û dêûbavên wan, hezkirina ji bo hevalên xwe û evîna romantîk.

Nezaketî biguhêre

Hêza dilovanî piraniya peyvên têkildar ên ku hestên altruîzm, comerdî, arîkarî û xwestekek giştî ya ji bo arîkariya mirovan derdixe vedihewîne. Daxuyaniyên li jêr in ji nirxandina derûnî ya Nirxên Di Çalakiyê (VIA) ne ku bi mebesta destnîşankirina hêza mirovan di dilovaniyê de ye: yên din ji bo min ewqas girîng in, dayîn ji standinê girîngtir e, ez wek giringî didim şikirdaran hema giringî jî didim nankoran jî. Xêrxwazî, wekî beşek ji mirovahiyê ku bi bingehî di kevneşopiyên felsefî û dînî de ye ku her yek ji wan peyvên ji bo hêla hezkirina altruîst a dilovaniyê, wek bi yewnanî agape, bi îbranî chesed û peyva latînî philantropia ku ji koka peyva "xêrxwazî"yê tê. Nezaketî ew qas giring e ku wekî hêzek ji têgînên dînî û teorîkî wêdetir tê nirx kirin ku ew bi bernameyên karûbarê civaka dibistanê û bernameyên neteweyî yên mîna AmeriCorps ve tê piştgirî kirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Smyke, Anna T.; Dumitrescu, Alina; Zeanah, Charles H. (1 tebax 2002). "Attachment Disturbances in Young Children. I: The Continuum of Caretaking Casualty". Journal of the American Academy of Child & Adolescent Psychiatry (bi îngilîzî). 41 (8): 972–982. doi:10.1097/00004583-200208000-00016. ISSN 0890-8567. PMID 12162633.