Mirina kalekî rind (pirtûk)

(Ji Mirina kalekî rind hat beralîkirin)

Mirina kalekî rind duyemîn romana Mehmed Uzun e. Sala 1987an de ji weşanên Orfeusê derketiye. Mehmed Uzun vê pirtûkê ji bo bîranîna Cegerxwîn nivîsandiye.

Mirina kalekî rind
Nivîskar Mehmed Uzun
Welat Swêd
Ziman Kurdî
Dîrok 1987
Weşanxane Orfeus
Rûpel 135
ISBN 91-87074-02 8

Mijar biguhêre

Du mirov. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1990î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, dan û standinên wan bi hev rê û bi doralî re, dijwarî û berberiyên wan... Romam li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê.

Ronakbîrê nûjen Serdar Azad, penûs di desta de, li ber masê rûdine û rohakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? Serdar Azad, li milekî, ji xwendevanên xwe re behsa kalê ecêb û sirtijî dike û lî milekî jî, ew bi Kal re dipeyive û jê re behsa xwe, hîsên xwe û zarotiya xwe dike.

Ango, roman, ne bi tenê, li ser du kesan tê pê, herweha ew bi du şêwan jî tê hûnandin.

Mirov dikare Kalo weke rûpeleke jibîrbûyî ji dîroka Kurdistanê bîbîne, Serdar Azad û jiyan, hîs, daxwaz û bîranînên wî jî, weke mirovekî kurd yê nûjen û jiyana wî... Ji ber ku kes, bûyer û peywendiyên romanê herçend şexsî û taybetî bin, ew ewçend jî gelemper in.

Çavkanî biguhêre