Open main menu

Mela Muhemmedê Hekarî îmam û zanayê dînî ye. Seyda Mele Muhemmedê Hakari di sala 1955 ê da li gundê Bölücek (Pîrosa/Pîroza) li qeza Beytüşşebabê (li Elkî) yê hatiye dinyayê. Hîngê qeza Elkî girêdayî bi parêzgeha Hekariyê ve bu. Li sala 1963 ê di şeş-heft saliya xwe da li gel xalê babê xwe (rehma Xudayê Jorî li ser herduka bît) yê çûye başûrê welatî li bajêrê Duhokê dest bixwandina Qur’ana Kerîm yê kirî, çend sala li wêrê di Medresa da yê xwandî. Paşê li mekteba resmî anku li (Me’heda Îslamî) xwandina xwe ya berdewam kirî. Li sala 1979 ê xwandina xwe ya xilas kirî îcazetnama xwe ya wergirtî. Paşê ji wêrê yê zivrî û hatiye ve gundê xwe Pîrosa/Pîroza li Bakorê welatî. Di navbeyna sala 1980-1982 ê da ‘eskeriya tirka ya kirî, piştî ji ‘eskeriyê hatî li gundê Herînkê (Yürekli) ewê ku yî girêdayî bi qeza Geverê (Yüksekova) ve çar (4) sala yê biye îmam û pêşnivêjê gundiya. Li sala 1986 ê wezareta perwerdeyê li ‘Enqerê ew bawernama wî ya (Me’heda İslamî) kire hevtayî li gel bawernama îmamxetîba, li sala 1987 ê dest bi melatiyê yê kirî anku bi resmî ew yê biye îmam û xetîbê Mizgefta gundê Herînkê, piştî çend sal li wêrê borandin, paşê ji wêrê mala xwe dibete qeza Geverê, li Mizgefta Hezretê îmamê ‘umer dewamê li erk û wezîfê xwe diket. Wa salêt ew li Geverê çunkî wî her we’z û xutbêt xwe bi ezmanê kurdî dixwandin, bê tirs Tewhîd û heqîqetêt dînê Îslamê digotin, bisteh tavête taxut û zordara û ew bi dijwarî li ser kirna bîd’a û bid’etkera radiwesta sera wê hindê gelek cara rexnêt giran û şikayet li wî dihatne kirin heta jiber hindê çend cara çavdêr û miftîyêt diyanetê ew yê kêşaye pisyar pêkirnê û heta gelek cara ew ji layê rêveberêt hingê ve yê hatiye girtin û mehkemekirin jî. Li sala 2000 ê li gundê Sultanköyê ewê ku ser bi parêzgeha Mêrdînê ve û paşê li sala 2003 ê jî li gundê isaliyê ewê dikevîte navçeya qeza Ceyhana Edana îmametiya va gundêt navbirî ya kirî. Ewe ji sala 2009 ê û hirve li gundê Kaymakam Çeşmesi (Niyar) ewê ku ser bi Parêzgeh û wilayeta Şernexê ve yî berdewame li ser erk û wezîfe xwe anku îmametî û pêşnivêjiyê. Mela Muhemmedê Hekari babê heşt (8) ‘eyalaye.

Berhemêt wî evên jêrîneBiguherîne

  • 1-(Ronahiya Qur’ana Pîroz) li sala 2007 ê li heyva îlonê li Stenbolê li çapxana Nûbiharê (Ekram Matbaası) ya hatiye çapkirin. Çapa duwê jî ya Meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz) li sala 2011ê herdîsa li Stenbolê li çapxana (Ravza yayincılık ve Matbaacılık) ya hatiye çapkirin.
  • 2- ‘‘Dînê Îslamê dînekî bê bîd’e ye’’, ev pirtûka wî bi ezmanê ‘erebiye hêj çap nebiye.
  • 3- Li ser zana û seydayê nav dar Mela Hesenê Bateyî di nav rûpelêt kovara Nûbiharê da çend nivîsînêt wî yêt belavbîn û hatîne weşandin.
  • 4- Hukmê qezakirina nivêjê: (Namaz Kazasının Hükmü) ev e pirtûkeka biçûke bi zimanê tirkî ye hêj nehatiye çapkirin.
  • 5- Faîz (û Rîba) duhî û evroke (Faizin Dünü ve Bugünü) pirtûkeka biçûke bi ezmanê tirkiye ya hatiye çapkirin.
  • 6- Li ser gundê Pîrosa (ku gundê wî ye) lêkolîn û xebateka wî ya hey belê hêj temam nebiye.

ÇavkanîBiguherîne