Mehran Karîmî Nasserî

Mehran Karîmî Nasserî (bi farisî: مهران کریمی ناصری , z. 1945 - m. 12 Mijdar 2022), ku bi navê Sir Alfred Mehran jî tê nasîn,[1] penaberek Îranî bû ku ji 26 Tebax 1988 heya Tîrmeh 2006 di salona derketinê ya Termînal 1 de li Balafirgeha Charles de Gaulle dijiya, heya roja ku ew rakirin nexweşxaneyê. Otobiyografiya wî wekî pirtûkek, The Terminal Man, di 2004 de hate çap kirin. Çîroka Nasseri bû îlhama fîlma The Terminal di sala 2004 de.

Mehran Karîmî Nasserî
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mescîdsilêman (Xûzistan, Îrana Pehlewî (en))Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Cihê goristanê
Navê rastî
مهران کریمی ناصریLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Îrana Pehlewî (en), bêwelat (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cîwar
Perwerde
University of Bradford (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Memoirist, PenaberLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Ketiye girtîhê
Fleury-Mérogis Prison (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jiyan biguhêre

Nasserî li niştecihên Şîrketa Petrolê ya Îngilîzî-Farsî ku li Mesjed Silêman, Îranê ye, ji dayik bû. Bavê wî doktorekî îranî bû ku di şirketê de dixebitî.[2] Nasseri diyar kir ku diya wî hemşîreyek ji Skotlandê bû ku li heman cihî dixebitî.[3] Ew di îlona 1973-an de hat Keyaniya Yekbûyî, ji bo ku li zanîngeha Bradfordê li ser lêkolînên Yûgoslavyayê sê sal derbas bike.[4]

Jiyana li Termînal 1 biguhêre

 
Mala Nasseri li Terminal 1 ya Balafirgeha Charles de Gaulle.

Naserî îdia kir ku di sala 1977an de ji ber protestoyên li dijî Şah ji Îranê hat derxistin û piştî şerekî dirêj ku li gelek welatan serlêdan hat kirin, ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Belçîkayê ve statûya penaberiyê wergirt. Ev dihate vê wateyê ku destûra wî ya rûniştina li gelek welatên din ên Ewropî hebû. Lê belê ev îddîa hat nîqaşkirin û lêkolînan nîşan da ku Nasserî qet ji Îranê nehatiye derxistin.[5]

Di sala 1986'an de wî biryar da ku li Îngilîstanê bi cih bibe, lê di sala 1988'an de di rê de, ew kaxezên wî winda bûn dema ku bi îdiaya kefa wî hat dizîn.[6] Hinekên din diyar dikin ku Nasserî bi rastî belgeyên xwe ji Brukselê re şandine dema ku di ferîbotekê de ber bi Brîtanyayê ve diçû û derewan dikir ku ew dizîn.[7] Tevî vê şikestê, ew li balafirê ji bo Londonê siwar bû, lê ji ber ku wî nekarî pasaportek pêşkêşî karbidestên koçberiyê yên Brîtanî bike, bi lezgînî bo Fransa hate vegerandin. Ew di destpêkê de ji aliyê Fransiyan ve hat girtin, lê piştre hat berdan ji ber ku ketina wî ya balafirgehê qanûnî bû û tu welatekî wî yê jêderê tune bû ku were vegerandin; Bi vî rengî rûniştina xwe li Termînal 1 dest pê kir.

Doza wî piştre ji aliyê parêzerê Fransî yê mafên mirovan Christian Bourget ve hat girtin. Di sala 1992 de, dadgeheke Fransî biryar da ku ew bi awayekî qanûnî derbasî welêt bûye û nikare ji firokexaneyê were derxistin, lê ew nekarîbû destûra ketina Fransayê bide wî.

Dûv re hewl hat dayîn ku belgeyên nû ji Belçîkayê werin derxistin, lê rayedarên li wir tenê heke Nasserî xwe bi xwe pêşkêşî bike dê vê yekê bikin. Di 1995 de, rayedarên Belçîkayê destûr da ku ew biçe Belçîkayê, lê bi tenê eger ew razî bû ku li wir di bin çavdêriya xebatkarek civakî de bijî. Nasserî ev yek red kir, bi hinceta ku dixwaze bikeve Îngilîstanê weke ku di destpêkê de dihat xwestin.

Hem Fransa û hem jî Belçîkayê îqameya Nasseriyê pêşkêş kirin, lê wî red kir ku ew kaxezan îmze bike, ji ber ku wan ew wekî Îranî (ne Brîtanî) dinivîsand û navê wî yê bijarte, "Sir Alfred Mehran" nîşan neda. Parêzerê wî, Bourget pir aciz bû kû Nasserî belgeyan îmza nekir. Dema ku wî li ser rewşa Nasserî têkilî da malbata wî, malbata wî diyar kir ku ew jiyana ku wî dixwest dijî.

Di 2003-an de, pargîdaniya hilberîna DreamWorks a Steven Spielberg 250,000 dolarên Amerîkî da Nasseri ji bo mafên çîroka wî, lê di dawiyê de çîroka wî di fîlma The Terminal bikar neanî.

Di tîrmeha 2006ê de mayîna Naserî li firokexaneyê bi dawî bû, dema ku ew rakirin nexweşxaneyê û cihê rûniştina wî hat hilweşandin. Di dawiya Çile 2007 de, ew ji nexweşxaneyê derket û ji aliyê şaxa balafirgehê ya Xaça Sor a Fransî ve lê hat şopandin; ew ji bo çend hefteyan li otêlek nêzîkî balafirgehê rûnişt. Di 6 Adar 2007 de, ew hat veguhestin navendek pêşwaziya xêrxwaziyê ya Emmaus li navçeya 20emîn a Parîsê. Ji sala 2008-an de, ew li stargehek Parîsê dijiya, her çend piştî mirina Nasserî di sala 2022-an de, Associated Press ragihand ku ew vê dawiyê vegeriyabû ku li balafirgehê bijî.[8]

Di dema mayîna xwe ya 18-salî ya li Termînal 1 ya li Balafirgeha Charles de Gaulle de, bagajên Nasserî li kêleka wî bûn û wî dema xwe bi xwendin, nivîsandina rojnivîska xwe an xwendina rojnameyan derbas dikir.[9]xwarin û rojnameyan ji xebatkarên balafirgehê distand, an jî ji serdanên rojnamevanên ku dixwestin çîrok û nameyên wî yên piştgiriyê bibihîzin.

Pirtûka Otobiyografîk The Terminal Man biguhêre

Di 2004 de otobiyografiya Nasserî, The Terminal Man, hate weşandin. Ew ji hêla Nasserî ve bi nivîskarê Brîtanî Andrew Donkin re hate nivîsandin û di The Sunday Times de wekî "kûr xemgîn û berbiçav" hate nirxandin.[10]

Îlhama wî bo pirtûk û fîlman biguhêre

Çîroka Nasseri îlhama fîlmê fransî Tombés du ciel di sala 1993 de da, ya ku Jean Rochefort tê de dileyîst. Fîlm li qada navneteweyî di bin navê Lost in Transit hat berdan. Kurteçîroka "Panzdeh-Sal Dereng", ku ji hêla Michael Paterniti ve hatî nivîsandin û di GQ û The Best American Non-Required Reading de hate weşandin, jiyana Nasserî vedibêje. Alexis Kouros belgefîlmek li ser wî çêkir, Waiting for Godot at De Gaulle (2000).

Flight biguhêre

Çîroka Nasserî îlhama opera Flight ya hemdem a bestekarê Brîtanî Jonathan Dove bû, û di sala 1998-an de li Opera Glyndebourne hate pêşkêş kirin. Flight di Adar 2006 de li Şanoya Festîvala Adelaide Xelatên Helpmann wergirt.[11]

Sir Alfred of Charles De Gaulle Airport biguhêre

Glen Luchford û Paul Berczeller mockumentary ya bi navê Here to Where (2001) çêkirin, di heman demê de Nasserî jî tê de cih digire. Hamid Rahmanian û Melissa Hibbard belgefîlmek bi navê Sir Alfred of Charles De Gaulle Airport (2001) çêkir.[12]

The Terminal biguhêre

Nasseri îlhama karakterê Viktor Navorski (Tom Hanks), ji 2004-an a Steven Spielberg The Terminal bû;[13] lêbelê, ne materyalên ragihandinê, ne DVD-ya " Special Features" û ne jî malpera fîlmê behsa rewşa Nasseri wekî îlhamê nake. Tevî vê yekê, di îlona 2003 de, The New York Times destnîşan kir ku Steven Spielberg mafên çîroka jiyana xwe wekî bingeha The Terminal kirî.[14] The Guardian destnîşan dike ku pargîdaniya hilberîna DreamWorks a Spielberg 250,000 dolarên Amerîkî daye Nasserî ji bo mafên çîroka wî û radigihîne ku, ji sala 2004-an de, wî posterek reklamê fîlmê Spielberg hilgirtiye ku çenteyê xwe li tenişta textê xwe daxistiye. Tê gotin ku Nasserî ji bo The Terminal dilgeş bû, lê ne mimkûn bû ku şansê wî hebe ku wê di sînemayan de bibîne.

Mirin biguhêre

Nasserî di 12ê Mijdara 2022an de, di 76 saliya xwe de, li Balafirgeha Charles de Gaulle, ji ber krîza dil mir.[15][16][17]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Stranded at the Airport". Snopes. 2 tîrmeh 2008. Ji orîjînalê di 21 adar 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 îlon 2009.
  2. ^ "The man who lost his past". The Guardian (bi îngilîziya amerîkî). 6 îlon 2004. Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2022.
  3. ^ Berczeller, Paul (6 îlon 2004). "Paul Berczeller on the man who inspired Steven Spielberg's Terminal". the Guardian (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya paşîn 2022.
  4. ^ "The 15 Year Layover". GQ (bi îngilîziya amerîkî). 12 îlon 2003. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2022.
  5. ^ Berczeller, Paul (6 îlon 2004). "The man who lost his past". The Guardian. London. Ji orîjînalê di 9 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 tebax 2008.
  6. ^ "Mehran Karimi Nasseri - In Transit". h2g2. BBC. 28 gulan 2008. Ji orîjînalê di 11 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 tebax 2008.
  7. ^ Merhan, Alfred (2004). The Terminal Man. Corgi Adult. ISBN 9780552152747. OL 7815505M. 0552152749.
  8. ^ Schaeffer, Jeffrey (12 çiriya paşîn 2022). "Iranian who inspired 'The Terminal' dies at Paris airport". AP News (bi îngilîzî). Associated Press. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2022.
  9. ^ Adams, Cecil (20 tebax 1999). "Has a guy been stuck in the Paris airport since 1988 for lack of the right papers?". The Straight Dope. Ji orîjînalê di 9 sibat 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 sibat 2009.
  10. ^ Wavell, Stuart. "Memoir: The Terminal Man by Sir Alfred Mehran". The Sunday Times. London. Ji orîjînalê di 5 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 gulan 2017.(Abonetî hewce ye.)
  11. ^ Schweitzer, Vivien & Westphal, Matthew (2 tebax 2006). "Australia's Helpmann Awards Name Winners". Playbill Arts. Ji orîjînalê di 21 tebax 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2013.
  12. ^ "Fictionville Studio promo website". Ji orîjînalê di 6 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin.
  13. ^ Gilsdorf, Ethan (21 hezîran 2004). "Behind The Terminal, a true story". The Christian Science Monitor. Ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2015.
  14. ^ Rose, Matthew (21 îlon 2003). "Waiting For Spielberg". The New York Times. Ji orîjînalê di 8 sibat 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 hezîran 2008.
  15. ^ https://www.lemonde.fr/disparitions/article/2022/11/12/mehran-karimi-nasseri-le-refugie-de-roissy-qui-a-inspire-le-terminal-de-steven-spielberg-est-mort-dans-l-aeroport_6149597_3382.html
  16. ^ È morto Mehran Karimi Nasseri, l’uomo che ispirò il film The Terminal di Spielberg (bi îtalî)
  17. ^ "Iranian who made Paris airport home for 18 years dies". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 12 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2022.