Marek Čejka (* 7'ê pûşperê, 1975 ) zanyar û dadnasek siyasî yê çekyayî e, ku li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn disekine û li gelek zanîngehan ders dide.

Marek Čejka
biguhêreBelge

Li zanîngeha Masarykê ya Brnoyê li Komara Çekê hiqûq û zanistên siyasî xwendiye û li Orşelîmê jî jiyaye. Li Dadgeha Destûra Bingehîn a Komara Çekê wekî alîkar kar kiriye û niha li zanîngeha Mendel bi giranî li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn disekine û li ser vê mijarê pirtûk û gotaran dinivîse. Ew di heman demê de li Fakûlteya Lêkolînên Civakî li zanîngeha Masaryk jî ders dide.

Ew kurê zimannas Mirek Čejka û neviyê esperantîst û pedagog Theodor Čejka ye.

Çavkanî biguhêre