Mîtanî
Mîtanî, Dewleta Mîtanî yan jî Xanîgalbat, padîşahiyek bakur a rojhilata nêzîk a kevnar e ku navenda padîşahiyê li Rojavayê Kurdistan a îro bû. Padişahîya Mîtanî û di navbera sedsalên 17 û 13e yê b.z. li herêma di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hikûm kiriye. Mîtanî şaxeke ji gelên îranîne. Ji ber ku li şûnwarên ên kolandinê de hêj ti dîrok, salnivîsên padîşah û kronîk nehatine dîtin, agahiyên li ser mîtaniyan li gorî hêzên din ên herêmê kêm e. Agahiyên di derbarê wan de bi gelemperî ji aliyê cîranên wan ve hatiye nivîsandin.
Hûrî di dawiya hezarsala 3em ê berî zayînê de li herêmê bicih bûne.[1] Padîşahê Ûrkeşê ya bi navê Hûrî, Tupkish li ser mohra gil a bi dîroka 2300 b.z. li Girê Mozan hatiye dîtin. Yekem nivîsa tomarkirî ya di derbarê zimanê mîtaniyan de nivîsa şahê Ûrkeşê (di sedsala 21ê b.z.) Tiş-atal bû. Piştre Hûrî nifûsa sereke ya Mîtanî ku pêşî bi navê Habigalbat hatiye zanîn pêk anîne.[2]
Împaratoriya Mîtanî hêzeke herêmî ya bihêz bû ku ji aliyê hîtîtiyan ve li aliyê bakur, ji aliyê misiriyan ve li rojava, ji kasîtan ve li aliyê başûr û ji aliyê asûriyan ve jî ji aliyê rojhilat ve hatibûn dorpêçkirin. Sinorê padişahîya mîtaniyan li aliyê rojava heya Kizzuwatna bi Çiyayên Torosê, li aliyê başûr heya Tunip, li aliyê rojhilat heya Arraphe û li bakur heya Gola Wanê berfireh bûye.[3] Qada bandora mîtaniyan bi navên cihên hûriyan, navên kesan û bi belavbûna cûreyeke kelûpelên xweliyê li Rojavaya Kurdistanê û li Herêma Şamê berfireh bûye.
Etîmolojî
biguhêreKevintirîn forma tomarkirî ya navê qiraliyeta mîtaniyan Maitanni ye ku ji paşgira hûrî -nni ku ji koka hind û îranî maita- hatiye zêdekirin, pêk tê ku tê wateya "yekbûn" û bi lêkera sanskrîtî ya mith (मिथ्; lit. 'yekbûn, yekkirin, hevdîtin') dikare were berawirdî kirin. Bi vî awayî navê Maitanni tê wateya "keyaniya yekbûyî yan jî qiraliyeta yekbûyî.
Dîrok
biguhêreMîtaniyan di sedsala 16an ê berî zayînê de qiraliyeteke bi hêz avakiriye ku paytexta wan li bajarê Wassognê bû. Suriye, Emûriye, welatên Aşûrî û Kurdistan, heta herêma Kerkûkê hemî di bin rêveberiya mîtaniyan bû. Dewleta wan yek ji dewletên mezin û rûmetdarê wê demê (Misir, Haysi, Qasi, Mitani) bû. zimanê mîtaniyan zimaneke xweser e. Ew hikumet li beranberî êrîşen Asûriyan ducaran ma û hinek ji axa xwe winda dike. Keyê Asûrî, Aşûr Nesir Pal, dûmahi bi desthilata wan anî.
Mîtaniyan gelek salan fermanrewatî kirine. Mîtaniyan ji bo cara yekê di dîrokê de madena asinî vedîtîye û bi kar anîye. Asûrî parçeyek biçûk ji împratoriya Mîtanî bûn lê ji ber êrîşên ji hemî alîyan şikestin. Asûriyan û Hittiyan dest li ser wan navçeyan daniye. Heft êlên Mîtaniyan hebûn û ji êlên wan re digotin "MIL" an jî "MILAN".[4]
Bikaranîna yekem a naskirî (heta niha) navên Hindo-Arî ji bo serwerên Mîtannî bi Shuttarna I dest pê dike ku li cihê bavê xwe Kirta li ser text bû.[5] Padîşahê Mîtannî Barattarna padîşahiya rojava ber bi Helebê ve berfireh kir û padîşahê Amorî, Îdrîmî ya Alalakh xiste bindestê xwe û dixuye ku pênc nifş vî padîşahiyê (ku bi navê Parattarna jî tê zanîn) ji bilind bûna Padîşahiya Mîtannî vediqetînin.[6] Dewleta Kizzuwatna ya li rojava jî bi mîtannîyan re girêdaye û Asûrya li rojhilat bi giranî di nîveka sedsala 15an a berî zayînê de bûye dewletekî mîtanîyan. Gelê Mîtanî, di serdema Şauştatar de bi hêztir bû lê hûriyan dixwest ku Hîtîtiyan di hundirê çiyayên Anatolyayê de bihêlin. Li dijî Hîtîtan, Kizzuwatna li rojava û Ishuwa li bakur hevalbendên hev ên girîng bûn.
Qiraliyeta destpêkê
biguhêreTê zanîn ku hûrî ji serdema akadiyan ve li rojhilatê çemê Dîcleyê li ser çemê bakurê Mezopotamyayê û li Geliyê Xabûrê jiyan kirine. Koma ku bûne Mîtanî, berî sedsala 17an ê berî zayînê hêdî hêdî berê xwe dane başûrê Mezopotamyayê. Koma beriya mîtaniyan (hûrî) di dawiya sedsala 17an an di nîvê yekem a sedsala 16an ê de berî zayînê de qiraliyeteke hêzdar bûn ku dema destpêka qiraliyeta wan heta dema Thutmose I, ji dema serwerên hîtît Hattusili I û Mursili I dirêj dibûn.[7]
Nivîsarên nuziyan ên taybet de, Ûgarît û arşîvên hîtîtiyan ê li Hatûşayê tenê behsa hûriyan dike. Nivîsarên mixî yên ji Marî behsa hikumdarên bajar-dewletên li Mezopotamyaya Jorîn bi navên Amurru (Amorî) û Hûrî dikin. Serwerên bi navên Hûrî jî ji bo Ûrshûm û Hasûm hatine pejirandin û tabletên ji Alalakh (qata VII, ji beşa paşîn a serdema Babîliya Kevin) behsa kesên bi navên Hûrî yên li ser peravên Çemê Orontesê dikin. Ji bo dagirkirinên ji aliyê bakurê rojhilat ve ti delîl tune ne. Bi gelemperî ev çavkaniyên onomastîk ji bo berfirehbûna Hûrî ya li başûr û rojava wekî delîl hatine girtin.
Parçeyeke nivîsarên hîtîtan dibe ku ji serdema Mursilî I ve maye, behsa "Qralê Hûriyan" dike (LUGAL ERÍN.MEŠ Hurri). Ev termînolojî herî dawî ji bo qiralê mîtannî Tuşratta, di nameyekê de di arşîvên Amarna de hatiye bikaranîn. Sernavê normal ê padîşah 'padîşahê hurri-men' bû (bêyî ku KUR diyarkereke welatek nîşan bide).
Piştî hilweşîna Mîtanî
biguhêreBi hilweşîna dawî ya Împaratoriya Mîtanniyan re, beşên rojavayî yên xaka mîtaniyan rasterast dikevin bin kontrola hîtîtan û beşên rojhilat rasterast dikevin bin kontrola asûriyan. Parçeya navîn erdê mîtaniyan wekî eyaleta Hanigalbatê berdewam kiriye. Di dawiyê de, di dema Şalmaneserê I de, careke din dîsa beşa mayî ya Mîtanî dikeve bin kontrola asûriyan. Kontirolkirina erdê Mîtanî heta paşketina hêza asûriya navîn piştî mirina Tukulti-Ninurta I berdewam kiriye.[8]
Dema ku erdê mîtaniyan di bin kontrola rasterast a asûriyan de bû, Hanigalbat ji aliyê parêzgerê tayînkirî yên wekî mezin-wezîrê asûrî Ilī-padâ, bavê Ninurta-apal-Ekur (1191-1179) ku sernavê Padîşahê Hanigalbat wergirtibû ve hatiye birêvebirin. Padîşahê asûrî li navenda îdarî ya asûriyan a li Tell Sabî Abyadê ya ku nû hatiye çêkirin (li ser birc û rûnişgeha Mîtanî ya heyî) rûniştiye.[9]
Lîsteya padîşahên babîlî a, navê hikumdarê asûrî Sennaherîb (705–681 b.z.) û kurê wî Aşûr-nadîn-şûmî (700–694) wekî “Xanedana Ĥabigal” bi nav kiriye.[10] Navê Hanigalbat heya dawiya hezarsala 1ê b.z. hatiye bikaranîn.[11]
Bandorên Hind û Aryanan
biguhêreÇend teonîm ên navên xwerû û rêzikên (termînolojiya teknîkî) yên mîtanî bi koka xwe Hind û Aryanî an Proto-Hind û Aryanî ne.[12] Ji serdema Shuttarna I ve dest pê dike ku mîtaniya yekem e ku di dîrokê de îsbat kiriye ku mîtaniyan bi navên textên Hind û Aryanî hebûn.[13] Nivîsarên perwerdehiya hespê Kikkuli têgînên teknîkî yên bi koka xwe Hind û Aryanî hene[14] û xwedawendên Hind û Aryanî Mitra, Varuna, Indra û Nasatya (Aşvîn) di du peymanên ku li Hattusa ku di navbera padîşahên Sattiwaza mîtanî û Šuppiluliuma I ê hîtîtî de hatine dîtin ku hatine rêz kirin û gazî kirin: (peymana KBo I 3) û (peymana KBo I û dubareyên peymanan).[15] Toponîma paytexta mîtaniyan Waşûkanî jî "bi yekdengî" tê qebûlkirin ku ji zaravayekî Hind û Aryanî hatiye wergirtin.[12] Annelies Kammenhuber (1968) pêşnîyar kiriye ku ev peyv ji zimanê Hind û Îranî yê hêj nehatiye veqetandin hatiye wergirtin lê Mayrhofer destnîşan kiriye ku bi taybetî taybetmendiyên Hind û Aryayî hene.[16]
Bi giştî tê bawer kirin ku gelên Hind û Aryayî li Mezopotamyaya Jorîn (Bakurê Kurdistanê) û Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakurê Suriyê bi cih bûne û piştî demekî valahiyeke siyasî, Keyaniya Mîtanî ava kirine ku di heman demê de zimanê hûrî jî qebûl kirine. Ev yek wekî beşek ji koçberiyên Hind û Aryenî hatiye dîtin.[17][18][19] Ji dawiya sedsala 20an vir ve nêrîna ku Qiraliyeta Mîtanî ji aliyê malên qral û arîstokratên ku bi eslê xwe Hind û Aryenî ne hatiye birêvebirin di nav zanyaran de belav bûye. Li gorî vê yekê şaxek Hind û Ariyan li dora hezarsala duyemê b.z. ji hind û îraniyên din veqetiyane û ber bi rojava ve koç bûne. Bi vê koçberiyê re Keyaniya Mîtanî hatiye avakirin û di heman demê de zimanê hûrî jî ji aliyê keyaniyê ve hatiye pejirandin.[20][21][18]
Dawiya welatê Mîtaniyan
biguhêreÎmperatora Asûriyan şer û ceng kirr bi welatê Mîtaniyan; û piştî xirab kirina axan Mîtanî, Asûriyan çûn li bakurê Mezopotamya ji bo şer kirina bi Hîtîtên[22].
Erdnîgarî
biguhêrePaytexta Mîtanî Waşşûkanî[23] bû, bi kurdiya îroyîn "Xweşik-kanî"[24][25] e. Peyva Waşşûkanî dide navê bajarê kurd Sîkan[26]. Cihê bajarê kevnar a Waşşûkanî bajarên kurd Serê Kaniyê, Hesîçe û Serê Kaniyê, Riha ne.
Çavkanî
biguhêre- ^ Buccellati, Giorgio (1997). "Urkesh: The First Hurrian Capital". The Biblical archaeologist (bi îngilîzî). 60 (2): 77.
- ^ Koppen, Frans Van. ""The Geography of the Slave Trade and Northern Mesopotamia in the Late Old Babylonian Period," in: H. Hunger and R. Pruzsinszky (ed.), Mesopotamian Dark Age Revisited (Vienna: Österreichische Akademie der Wissenschaften, 2004) 9-33". acamedia.edu.
- ^ "Levantine Polities under Mittanian Hegemony". Constituent, Confederate, and Conquered Space: 11. 2014.
- ^ http://wikitry.com/index.php/Mitanni[girêdan daimî miriye]
- ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
- ^ Van de Mieroop, Marc (2007). A history of the ancient Near East. Malden, MA. ISBN 978-1-4051-4910-5. OCLC 64390584.
{{cite book}}
: CS1 maint: location missing publisher (lînk) - ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space: The Emergence of the Mittani State (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
- ^ "Çavkanî -1".
- ^ "Çavkanî-2" (PDF).
- ^ Babylonian and Assyrian Historical Texts. Princeton University Press. 31 kanûna pêşîn 1955. rr. 265–317.
- ^ Da Riva, Rocío (17 îlon 2018). "Addendum to Rocío Da Riva, A new attestation of Ḫabigalbat in Late Babylonian sources, WdO 47/2 (2017) 259–264". Die Welt des Orients. 48 (1): 96–98. doi:10.13109/wdor.2018.48.1.96. ISSN 0043-2547.
- ^ a b Cotticelli-Kurras, P.; Pisaniello, V. (23 hezîran 2023). Indo-Aryans in the Ancient Near East (bi îngilîzî). Brill. rr. 332–345. ISBN 978-90-04-54863-3.
- ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space: The Emergence of the Mittani State (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
- ^ Thieme, Paul (1960). "The 'Aryan' Gods of the Mitanni Treaties". Journal of the American Oriental Society. 80 (4): 301–317. doi:10.2307/595878. ISSN 0003-0279.
- ^ "Journal of Indo-European Studies. 2010. About the Mitanni Aryan gods. (1-2: 26-40)". www.academia.edu. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
- ^ Robert Drews (1989). The coming of the Greeks. Internet Archive. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-02951-1.
- ^ UNESCO (31 kanûna pêşîn 1996). History of Humanity: From the Third Millennium to the Seventh Century B.C. (bi îngilîzî). UNESCO Publishing. ISBN 978-92-3-102811-3.
- ^ a b Beckwith, Christopher I. (5 nîsan 2009). Empires of the Silk Road: A History of Central Eurasia from the Bronze Age to the Present (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-13589-2.
- ^ Bryce, Trevor (2005). The Kingdom of the Hittites (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927908-1.
- ^ Lubotsky, Alexander (2023). Willerslev, Eske; Kroonen, Guus; Kristiansen, Kristian (edîtor). Indo-European and Indo-Iranian Wagon Terminology and the Date of the Indo-Iranian Split. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 257–262. ISBN 978-1-009-26175-3.
- ^ Parpola, Asko (1 îlon 2015). The BMAC of Central Asia and the Mitanni of Syria. Oxford University Press. rr. 69–91. doi:10.1093/acprof:oso/9780190226909.003.0008.
- ^ http://books.google.fr/books?id=HcHJ3CSa_sMC&pg=PA453&lpg=PA453&dq=khanigalbat&source=bl&ots=eMeEgpX8_c&sig=WDYVfkIhxRjEcbap2gc2rDyiDBA&hl=fr&sa=X&ei=NvIYUouYGcrB0QWhj4DIAg&ved=0CD4Q6AEwAjgK#v=onepa (Histoire de l'humanité, Volume 2 publié par Unesco)
- ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm (li gorî "Heritage institute, paytexta kralgeha Mîtanî, Wassûkanî ye)
- ^ http://www.ancient.eu.com/Mitanni/ (Li gorî kovara "Ancient encyclopedia history", by Joshua J. Mark published on 28 April 2011,The name Washukanni is similar to the Kurdish word 'bashkani', 'bash' meaning good and 'kanî' meaning well or source, and so is translated as 'source of good' but also as 'source of wealth')
- ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm
- ^ http://www.heritageinstitute.com/zoroastrianism/ranghaya/mitanni.htm (Some believe the ancient city of Sikan was built on the site of Washukanni, and that its ruins may be located under the mound of Tell el Fakhariya near Gozan)