Îxtiyariyan an mirên Baneyê, mîrgeheke herêmî li navîn rojhilata Kurdistanê bûye (Bane û Serdeşt). Mîr Şerefxan di derbarê damezarindina vê mîrgehe de agahiyan nade. Çar mîrên Baneyê di Şerefnameyê de tên binavkirin: Mîr bin Muhamed Beg, Budak Beg, Silêman Beg û Bedîr.