Luciano Pavarotti

Luciano Pavarotti, (jdb. 12ê çiriya pêşîn a 1935an, Modena - m. 6ê îlona 2007an, Modena), tenorê Îtalî û ji yek hunermendên herî girîng yê operaya nûjen bû.

Luciano Pavarotti
Luciano Pavarotti, 2002
Luciano Pavarotti, 2002
Jînenîgarî
Jidayikbûn12ê çiriya pêşîn a 1935an
Modena, Îtalya
Mirin6ê îlona 2007an (71 salî)
Modena, Îtalya
Cureyê muzîkêHelbestê lîrîk
Tenor
PîşeOpera
Malperwww.lucianopavarotti.com
biguherîneBelge

Luciano Pavarotti, di sala 1935 li bajarê Modena bi ser Îtalyayê ji dayik bû. Tecrubeya xwe ya pêşîn ya muzîkê di koroya xwe ya Modenayê bi bavê xwe Fernando re jiya. Di xortaniya xwe de bi bavê xwe re bi koroya Gioachino Rossini çû Gallerê. Di pêşbirka stranbêjiya navneteweyî ya Llangollen ê de bû yekemîn, ev yek wî ji bo ku bibe tenorek hêz da wî. Ya rastî Pavarotti ji bo ku bibe mamosteyek hatibû perwerdekirin. Perwerdeya ku ji Arrgio Pola û Ettore Campogallianni stendibû di sala 1961an xelata bi navê "Concorso İnternazionale" bidestxist û di 29ê nîsana heman salê de jî bi berhema La bohème di saloneke şanoyê de dest bi operayê kir. Piştre li Emerîkaya Bakûr, Emerîkaya Başûr, Asya, Afrîka, Ewropa û li Avustralyê gelek konsêrtan bidarxist. Dûv re, li Modenayê ji bo stranbêjên ciwan perwerde bike dibistanek saz kir. Di 6ê îlonê sala 2007'an de ji ber nexweşiya şêrpençeya pankreasê jiyana xwe ji dest da.

Pavarotti pêşkêşvaniya konsertên alîkariyê ya bi navê "Pavarotti û hevalên xwe" ku li Modenayê dihate lidarxistin dikir. Di van konseran de ji her hêla endustriya mûzîkê muzîkjen û stranbêjan ji bo organizasyonên Neteweyên Yekbûyî pereyan kom dikirin û ev pere ji bo kes û malbatên mexdûrên şerên Bosna, Guetemala, Kosowa û Iraqê dihate bikaranîn.

Albumên wîBiguherîne

  1. Ti adoro (2003)
  2. Various: Pavarotti- Rom.. (2002)
  3. The Pavorotti editiyon (2001)
  4. Pavorotti & Freinds For (1999)
  5. The three great Tenors (1995)
  6. Christmas favorites from...(1995)
  7. Luciano Pavarotti- My F...(1994)
  8. Puccini toska (Highliglts) (1993)
  9. Ti amo: Puccini's Greate (1993)
  10. Luciano Pavarotti İn con (1992)
  11. Pavarotti in concert (1990)
  12. The Theree Tenors in conc.. (1990)
  13. Puccini: Madama Butterfly (1987)

Girêdanên DerveBiguherîne