Lêkerên farisî ev lêker in ku di zimanê farisî ya nûjen de tên bikaranîn.

Di wêjeya farisî de nêzîkî du hezar lêker tên bikaranîn li gr pirtûka Mehmûd Beşîr Huseyîn. Gelek ji lêkerên farisî di pirtûka Mehmûd Beşîr Huseyîn ya bi navê فهرست فعل‌های پارسی (Fihrist-e fe'elha-ye parsî) berhev kiriye[1]. Doktor Mehmûd Melayerî derbarê lêkerên zanistî yên di zimanê farisî de yek meqale jî nivîsî ye. Doktor Mehmûd Hafizyan jî nêzîkî pênsed û heştê û şeş lêkerên giştî tên bikaranîn di zimanê farisî de vekoliye, kontrol kiriye.

Sîstematîka lêkeran di zimanê farisî de biguhêre

Paşbendik û metodên lêkersaziyê di zimanê farisî de ev in:

  • lêkerên ku bi pêvekirina ایدن (îden) ê reh çêdibe: پریدن (perîden), دویدن (devîden)...
  • lêkerên ku bi pêvekirina آدن (aden)ê reh çêdibe: افتادن (oftaden), ایستادن (îstaden), فرستادن (fersetaden), نهادن (nehaden)...
  • lêkerên ku bi pêvekirina دن (den)ê reh çêdibe: کندن (kenden), آکندن (akneden), افکندن (ofkenden), پراکندن (perakenden), ستاندن (setanden),

سپاردن (separden)...

  • lêkerên ku bi bêjandina ن (n) ji reha lêker û bi pêvekirina دن (den)ê reh çêdibe: گزیدن-(gozîden) (گزین-(gozîn)), زدن-(zeden) (زن-(zen)), چیدن-(çîden) (چین-(çîn)), آفریدن-(aferîden) (آفرین-(aferîn))
  • lêkerên ku bi guherîna dengê dawî yê rehê(آی-ay) bi dengê و-u û bi pêvekirina دن(den) reh çêdibe:ساییدن-sayîden(سودن-suden), فرمودن (fermûden), گشودن (goşûden), ستودن (setuden), سرودن (seruden), فرسودن (fersuden), افزودن (efzûden), نمودن (nemûden), آزمودن (azmûden), آسودن (asûden)...
  • lêkerên ku bi pêvekirina تن (ten)ê reh çêdibe: کشتن (koşten), بافتن (baften), شکافتن (şekaften), سریشتن (serîşten)...
  • lêkerên ku bi pêvekirina استن (esten)ê reh çêdibe: دانستن (danesten), خواهستن (xwahesten), بایستن (bayesten), شایستن (şayesten), پایستن (payesten), آراستن (arasten), پیراستن (pîrasten), ویراستن (veyresten), زیستن (zeyesten)...

Pênaseyên lêkeran biguhêre

Di farisî de li gorî her kirdeyekê, pêvekek li dawiya lêkeran tê zeliqandin. Ji bo van pêvekan em dibêjin pênase, her wisa bi farisî jî dibêjin şenase(شناسه).

cînav û pênaseyên lêkeran
من(men) م (-m) من می خواهم(men mî-xah-em) ez di-xwaz-im
تو(to) ی (-î) تو می خواهی(to mî-xah-î) tu di-xwaz-î
او(û) د (-ed) او می خواهد(û mi-xah-ed) ew di-xwaz-e
ما(ma) یم (-îm) ما می خواهیم(ma mî-xah-îm) em di-xwaz-in
شما(şoma) ید(-îd) شما می خواهید(şoma mî-xah-îd) hûn di-xwaz-in
آنها(anha) ند(-end) آنها می خواهند(anha mî-xah-end) ew di-xwaz-in

Di farisî de zeman biguhêre

Ji bo mînakên hevokên farisî bi giştî em dê 5 lêkeran bikarbînin. Reha van lêkeran li gorî dema borî ye û li kêleka van, reha dema niha hatine nivîsîn. Lİ vir divê hebûn û heyîn neyê tevlîhev kirin. Ji hev cuda ne.

  1.  بودن(bûden/hebûn) >>> است(est)
  2.  داشتن (daşten/heyîn, xwedî bûn) >>> دار(dar)
  3.  شدن (şoden/bûn) >>> شو (şev)
  4.  کردن (kerden/kirin) >>> کن (kon)
  5.  رفتن(reften/çûn) >>> رو (rev)

Dema niha biguhêre

Bi farisî wek زمان حال اخباری (zemanî halê exbarî) tê zanîn. Mentiqa çêkirina dema niha li jêr e lê lêkerên بودن(bûden) û داشتن(daşten) îstîsna ne ku pêveka می,-mî wernagirin;

formûla dema niha
mî + reha lêkera dema niha + pênase
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez he-me men hest-em من هستم
tu he-yî to hest-î تو هستی
ew he-ye û hest او هست
em he-ne ma hest-îm ما هستیم
hûn he-ne şoma hest-îd شما هستید
ew he-ne anha hest-end آنها هستند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-ye/min du he-ne men dar-em من دارم
te yek he-ye/te du he-ne to dar-î تو داری
wî,wê yek he-ye/wî,wê du he-ne û dar-ed او دارد
me yek he-ye/me du he-ne ma dar-îm ما داریم
we yek he-ye/we du he-ne şoma dar-îd شما دارید
wan yek he-ye/wan du he-ne anha dar-end آنها دارند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-b-im men mî-şev-em من میشوم
tu di-b-î to mî-şev-î تو میشوی
ew di-b-e û mî-şev-ed او میشود
em di-b-in ma mî-şev-îm ما میشویم
hûn di-b-in şoma mî-şev-îd شما میشوید
ew di-b-in anha mî-şev-end آنها میشوند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-k-im men mî-kon-em من میکنم
tu di-k-î to mî-kon-î تو میکنی
ew di-k-e û mî-kon-ed او میکند
em di-k-in ma mî-kon-îm ما میکنیم
hûn di-k-in şoma mî-kon-îd شما میکنید
ew di-k-in anha mî-kon-end آنها میکنند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-ç-im men mî-rev-em من میروم
tu di-ç-î to mî-rev-î تو میروی
ew di-ç-e û mî-rev-ed او میرود
em di-ç-in ma mî-rev-îm ما میرویم
hûn di-ç-in şoma mî-rev-îd شما میروید
ew di-ç-in anha mî-rev-end آنها میروند

Dema borî ya sade biguhêre

Bi farisî wek زمان گزشتی ساده(zemanî gozeşteyî sade) tê zanîn.

formûla dema borî
Reha lêkera dema borî + pênase

Hinek hokerên dema borî ev in;

  1. قبلن (qeblen/berê)
  2. دیروز (dîruz/duhî)
  3. دو ساعت پیش (do saet pîş/du seet berê)
  4. پارسال (parsal/par)
  5. در گذشته (der gozeştê/di mêjûyê de)
  6. در بچگی (der beçegî/di zarokatiyê de)
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bû-m men bûd-em من بودم
tu bû-yî to bûd-î تو بودی
ew bû û bûd و بود
em bûn ma bûd-îm ما بودیم
hûn bûn şoma bûd-îd شما بودید
ew bûn anha bûd-end آنها بودند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-bû/min du he-bûn men daşt-em من داشتم
te yek he-bû/te du he-bûn to daşt-î تو داشتی
wî,wê yek he-bû/wî,wê du he-bûn û daşt او داشت
me yek he-bû/me du he-bûn ma daşt-îm ما داشتیم
we yek he-bû/we du he-bûn şoma daşt-îd شما داشتید
wan yek he-bû/wan du he-bûn anha daşt-end آنها داشتند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bûm men şod-em من شدم
tu bû-yî to şod-î تو شدی
ew bû û şod او شد
em bûn ma şod-îm ما شدیم
hûn bûn şoma şod-îd شما شدید
ew bûn anha şod-end آنها شدند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
min kir men kerd-em من کردم
te kir to kerd-î تو کردی
wî/wê kir û kerd او کرد
me kir ma kerd-îm ما کردیم
we kir şoma kerd-îd شما کردید
wan kir anha kerd-end آنها کردند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez çû-m men reft-em من رفتم
tu çû-yî to reft-î تو رفتی
ew çû û reft او رفت
em çû-n ma reft-îm ما رفتیم
hûn çû-n şoma reft-îd شما رفتید
ew çû-n anha reft-end آنها رفتند

Halê emr biguhêre

Bi farisî wek حال امر(halê emr) tê nivîsîn.

Formûla halê emr
Be + reha dema niha + pênase

Halê emr tenê ji bo du cînavan tê bikaranîn; To(tu) û Şoma(hûn)

1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
bibe mirov adem baş آدم باش
bibin mirov adem başîd آدم باشید
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
bidîqet bi-be deqet daşte baş دقت داشته باش
bidîqet bi-bin deqet daşte baş-îd دقت داشته باشید
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
dûr bi-be dûr şû دور شو
dûr bi-bin dûr şû-y-îd دور شوید
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
alîkarî bi-k-e komek kon کمک کن
alîkarî bi-k-in komek kon-îd کمک کنید
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
tu bi-ç-e to be-rev تو برو
hûn bi-ç-in şoma be-rev-îd شما بروید

Halê eltezamî biguhêre

Bi farisî wek حال التزامی(halê eltezamî) tê nivîsîn. Halê iltizamî bi giştî li piştî hindek hokeran tê. Hindek hokerên halê iltizamî

  1. باید(bayed): hewce ye, pêwist e
  2. شاید(şayed): belkî
  3. ممکن است(momkin est): mimkin e ku
  4. احتمل دارد(ehtemal dared): ihtimal heye
Formûla halê eltezamî
Be + reha dema niha + pênase
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez he-bim men baş-em من باشم
tu he-bî to baş-î تو باشی
ew he-be û baş-ed او باشد
em he-bin ma baş-îm ما باشیم
hûn he-bin şoma baş-îd شما باشید
ew he-bin anha baş-end آنها باشند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-be/min du he-bin men daşte-baş-em من داشته باشم
te yek he-be/te du he-bin to daşte-baş-î تو داشته باشی
wî,wê yek he-be/wî,wê du he-bin û daşte-baş-ed او داشته باشد
me yek he-be/me du he-bin ma daşte-baş-îm ما داشته باشیم
we yek he-be/we du he-bin şoma daşte-baş-îd شما داشته باشید
wan yek he-be/wan du he-bin anha daşte-baş-end آنها داشته باشند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bi-b-im men be-şev-em من بشوم
tu bi-b-î to be-şev-î تو بشوی
ew bi-b-e û be-şev-ed او بشود
em bi-b-in ma be-şev-îm ما بشویم
hûn bi-b-in şoma be-şev-îd شما بشوید
ew bi-b-in anha be-şev-end آنها بشوند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bi-k-im men kon-em من کنم
tu bi-k-î to kon-î تو کنی
ew bi-k-e û kon-ed او کند
em bi-k-in ma kon-îm ما کنیم
hûn bi-k-in şoma kon-îd شما کنید
ew bi-k-in anha kon-end آنها کنند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bi-ç-im men be-rev-em من بروم
tu bi-ç-î to be-rev-î تو بروی
ew bi-ç-e û be-rev-ed او برود
em bi-ç-in ma be-rev-îm ما برویم
hûn bi-ç-in şoma be-rev-îd شما بروید
ew bi-ç-in anha be-rev-end آنها بروند

Zemanê gozeşteyî estemrarî biguhêre

Bi farisî wek زمان گذشتهی استمراری(zemanî gozeşteyî estemrarî) tê nivîsîn. Hêjayî gotinê ye ku hem lêkera bûden hem jî lêkera daşten di vî zemanî de wek dema borî tê bikaranîn. Elbete di zimanê kurdî de jî heman mentiq derbasdar e.

formûla gozeşteyî estemrarî
mî + reha lêkera dema borî + pênase
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bû-m men bûd-em من بودم
tu bû-yî to bûd-î تو بودی
ew bû û bûd و بود
em bûn ma bûd-îm ما بودیم
hûn bûn şoma bûd-îd شما بودید
ew bûn anha bûd-end آنها بودند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-bû/min du he-bûn men daşt-em من داشتم
te yek he-bû/te du he-bûn to daşt-î تو داشتی
wî,wê yek he-bû/wî,wê du he-bûn û daşt او داشت
me yek he-bû/me du he-bûn ma daşt-îm ما داشتیم
we yek he-bû/we du he-bûn şoma daşt-îd شما داشتید
wan yek he-bû/wan du he-bûn anha daşt-end آنها داشتند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-bû-yim men mî-şod-em من میشدم
tu di-bû-yî to mî-şod-î تو میشدی
ew di-bû-y û mî-şod-ed او میشد
em di-bûyin ma mî-şod-îm ما میشدیم
hûn di-bûyin şoma mî-şod-îd شما میشدید
ew di-bûyin anha mî-şod-end آنها میشدند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
min di-kir men mî-kerd-em من میکردم
te di-kir to mî-kerd-î تو میکردی
wî/wê di-kir û mî-kerd-ed او میکرد
me di-kir ma mî-kerd-îm ما میکردیم
we di-kir şoma mî-kerd-îd شما میکردید
wan di-kir anha mî-kerd-end آنها میکردند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-çû-yim men mî-reft-em من میرفتم
tu di-çû-yî to mî-reft-î تو میرفتی
ew di-çû û mî-reft او میرفت
em di-çû-yin ma mî-reft-îm ما میرفتیم
hûn di-çû-yin şoma mî-reft-îd شما میرفتید
ew di-çû-yin anha mî-reft-end آنها میرفتند

Zemanê gozeşteyî neqlî biguhêre

formûla gozeşteyî neqlî
reha dema borî + sefetê mefûlî(ه) + pênase

Hinek hokerên gozeşteyî neqlî ev in;

  1. تا حالا (ta niha)
  2. هنوز (hêj, hîn)
  3. چند ساعت است که (çend seet e ku)
  4. از دیروز تا حالا (ji doh ta niha)
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bû-yî-me men bûd-e-em من بوده-ام
tu bû-yî-yî to bûd-e-î تو بوده-ای
ew bû-yî-ye û bûde est او بوده-است
em bû-yî-ne ma bûd-e-îm ما بوده-ایم
hûn bû-yî-ne şoma bûd-e-îd شما بوده-اید
ew bû-yî-ne anha bûd-e-end آنها بوده-اند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-yî-bû/min du he-yî-bûn men daşt-e-em من داشته-ام
te yek he-yî-bû/te du he-yî-bûn to daşt-e-î تو داشته-ای
wî,wê yek he-yî-bû/wî,wê du he-yî-bûn û daşt-e est او داشته است
me yek he-yî-bû/me du he-yî-bûn ma daşt-e-îm ما داشته-ایم
we yek he-yî-bû/we du he-yî-bûn şoma daşt-e-îd شما داشته-اید
wan yek he-yî-bû/wan du he-yî-bûn anha daşt-e-end آنها داشته-اند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bû-yî-me men şod-e-em من شده-ام
tu bû-yî-yî to şod-e-î تو شده-ای
ew bû-yî-ye û şode est او شده است
em bû-yî-ne ma şod-e-îm ما شده-ایم
hûn bû-yî-ne şoma şod-e-îd شما شده-اید
ew bû-yî-ne anha şod-e-end آنها شده-اند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
min kir-î-ye men kerd-e-em من کرده ام
te kir-î-ye to kerd-e-î تو کرده ای
wî/wê kir-î-ye û kerd-e-est او کرده است
me kir-î-ye ma kerd-e-îm ما کرده ایم
we kir-î-ye şoma kerd-e-îd شما کرده اید
wan kir-î-ye anha kerd-e-end آنها کرده اند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez çû-yî-me men reft-e-em من رفته ام
tu çû-yî-yî to reft-e-î تو رفته ای
ew çû-yî-ye û reft-e-est او رفته است
em çû-yî-ne ma reft-e-îm ما رفته ایم
hûn çû-yî-ne şoma reft-e-îd شما رفته اید
ew çû-yî-ne anha reft-e-end آنها رفته اند

Zemanê gozeşteyî dûr biguhêre

Di zemanê gozeştyî dûr de bûden û daşten îstîsna ne ku bi dema borî ya sade tên bikaranîn.

formûla gozeşteyî dûr
reha dema borî + sefetê mefûlî(ه) + lêkera alîkar bûden bi dema borî ya sade +pênase
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bû-m men bûd-em من بودم
tu bû-yî to bûd-î تو بودی
ew bû û bûd و بود
em bûn ma bûd-îm ما بودیم
hûn bûn şoma bûd-îd شما بودید
ew bûn anha bûd-end آنها بودند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-bû/min du he-bûn men daşt-em من داشتم
te yek he-bû/te du he-bûn to daşt-î تو داشتی
wî,wê yek he-bû/wî,wê du he-bûn û daşt او داشت
me yek he-bû/me du he-bûn ma daşt-îm ما داشتیم
we yek he-bû/we du he-bûn şoma daşt-îd شما داشتید
wan yek he-bû/wan du he-bûn anha daşt-end آنها داشتند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bû-yî-bûm men şod-e-bûd-em من شده-بودم
tu bû-yî-bûyî to şod-e-bûd--î تو شده-بودی
ew bû-yî-bûye û şode bûd او شده بود
em bû-yî-bûne ma şod-e-bûd-îm ما شده-بودیم
hûn bû-yî-bûne şoma şod-e-bûd-îd شما شده-بودید
ew bû-yî-bûne anha şod-e-bûd-end آنها شده-بودند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
min kir-î-bû men kerd-e-bûd-em من کرده بودم
te kir-î-bû to kerd-e-bûd-î تو کرده بودی
wî/wê kir-î-bû û kerd-e-bûd او کرده بود
me kir-î-bû ma kerd-e-bûd-îm ما کرده بودیم
we kir-î-bû şoma kerd-e-bûd-îd شما کرده بودید
wan kir-î-bû anha kerd-e-bûd-end آنها کرده بودند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez çû-yî-bû-m men reft-e-bûd-em من رفته بودم
tu çû-yî-bû-yî to reft-e-bûd-î تو رفته بودی
ew çû-yî-bû-ye û reft-e-bûd او رفته بود
em çû-yî-bû-ne ma reft-e-bûd-îm ما رفته بودیم
hûn çû-yî-bû-ne şoma reft-e-bûd-îd شما رفته بودید
ew çû-yî-bû-ne anha reft-e-bûd-end آنها رفته بودند

Zemanê halê natemam biguhêre

Halê natemam di kurdî de nîne. Bi kurdî em dikarin wek dema niha pênase bikin. Ev zemane dişibe dema niha lê hinek cudahî hene. Ji bo karekî em behs dikin ku wext e bê kirin.

formûla halê natemam
daşten/داشتن(reha dema niha)+ mî + reha lêkera dema niha + pênase

Bi dûçûna gramera farisî halê nerênî tine ye. Halê nerênî bi dema niha tê çêkirin. Lêkera daşten û bûden nayên bikaranîn di vî zemnaî de.

1-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
Ez di-b-im men darem mî-şev-em من دارم میشوم
tu di-b-î to darî mî-şev-î تو داری میشوی
ew di-b-e û dared mî-şev-ed او دارد میشود
em di-b-in ma darîm mî-şev-îm ما داریم میشویم
hûn di-b-in şoma darîd mî-şev-îd شما دارید میشوید
ew di-b-in anha darend mî-şev-end آنها دارند میشوند
2-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
Ez di-k-im men darem mî-kon-em من دارم میکنم
tu di-k-î to darî mî-kon-î تو داری میکنی
ew di-k-e û dared mî-kon-ed او دارد میکند
em di-k-in ma darîm mî-kon-îm ما داریم میکنیم
hûn di-k-in şoma darîd mî-kon-îd شما دارید میکنید
ew di-k-in anha darend mî-kon-end آنها دارند میکنند
3-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
Ez di-ç-im men darem mî-rev-em من دارم میروم
tu di-ç-î to darî mî-rev-î تو داری میروی
ew di-ç-e û dared mî-rev-ed او دارد میرود
em di-ç-in ma darîm mî-rev-îm ما داریم میرویم
hûn di-ç-in şoma darîd mî-rev-îd شما دارید میروید
ew di-ç-in anha darend mî-rev-end آنها دارند میروند

Zemanê gozeşteyî natemam biguhêre

Gozeşteyî natemam di kurdî de nîne. Bi kurdî em dikarin wek zemanî gozeşteyî estemrarî pênase bikin. Ev zemane dişibe zemanî gozeşteyî estemrarî lê hinek cudahî hene. Ji bo karekî em behs dikin ku wext bû tê kirin.

formûla gozeşteyî natemam
daşten/داشتن(reha dema borî)+ mî + reha lêkera dema borî + pênase

Bi dûçûna gramera farisî halê nerênî tine ye. Halê nerênî bi zemanî gozeşteyî estemrarî tê çêkirin. Lêkera daşten û bûden nayên bikaranîn di vî zemanî de.

1-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-bû-yim men daştem mî-şod-em من داشتم میشدم
tu di-bû-yî to daştî mî-şod-î تو داشتی میشدی
ew di-bû-y û daşt mî-şod-ed او داشت میشد
em di-bûyin ma daştîm mî-şod-îm ما داشتیم میشدیم
hûn di-bûyin şoma daştîd mî-şod-îd شما داشتید میشدید
ew di-bûyin anha daştend mî-şod-end آنها داشتند میشدند
2-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
min di-kir men daştem mî-kerd-em من داشتم میکردم
te di-kir to daştî mî-kerd-î تو داشتی میکردی
wî/wê di-kir û daşt mî-kerd-ed او داشت میکرد
me di-kir ma daştîm mî-kerd-îm ما داشتیم میکردیم
we di-kir şoma daştîd mî-kerd-îd شما داشتید میکردید
wan di-kir anha daştend mî-kerd-end آنها داشتند میکردند
3-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez di-çû-yim men daştem mî-reft-em من داشتم میرفتم
tu di-çû-yî to daştî mî-reft-î تو داشتی میرفتی
ew di-çû û daşt mî-reft او داشت میرفت
em di-çû-yin ma daştîm mî-reft-îm ما داشتیم میرفتیم
hûn di-çû-yin şoma daştîd mî-reft-îd شما داشتید میرفتید
ew di-çû-yin anha daştend mî-reft-end آنها داشتند میرفتند

Dema bê biguhêre

Bi farisî wek zemanê ayende tê zanîn

formûla dema bê
reha dema niha ya خواه>خواستن+ pênase +reha lêkera dema borî
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez dê he-bim men xah-em bûd من خواهم بود
tu dê he-bî to xah-î bûd تو خواهی بود
ew dê he-be û xah-ed bûd و خواهد بود
em dê he-bin ma xah-îm bûd ما خواهیم بود
hûn dê he-bin şoma xah-îd bûd شما خواهید بود
ew dê he-bin anha xah-end bûd آنها خواهند بود
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min dê yek he-be/min dê du he-bin men xah-em daşt من خواهم داشت
te dê yek he-be/te du he-bin to xah-î daşt تو خواهی داشت
wî,wê dê yek he-be/wî,wê du he-bin û xah-ed daşt او خواهد داشت
me dê yek he-be/me du he-bin ma xah-îm daşt ما خواهیم داشت
we dê yek he-be/we du he-bin şoma xah-îd daşt شما خواهید داشت
wan dê yek he-be/wan du he-bin anha xah-end daşt آنها خواهند داشت
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez dê bibim men xah-em şod من خواهم شد
tu dê bibî to xah-î şod تو خواهی شد
ew dê bibe û xah-ed şod او خواهد شد
em dê bibin ma xah-îm şod ما خواهیم شد
hûn dê bibin şoma xah-îd şod شما خواهید شد
ew dê bibin anha xah-end şod آنها خواهند شد
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez dê bi-k-im men xah-em kerd من خواهم کرد
tu dê bi-k-î to xah-î kerd تو خواهی کرد
ew dê bi-k-e û xah kerd او خواهد کرد
em dê bi-k-in ma xah-îm kerd ما خواهیم کرد
hûn dê bi-k-in şoma xah-îd kerd شما خواهید کرد
ew dê bi-k-in anha xah-end kerd آنها خواهند کرد
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez dê bi-ç-im men xah-em reft من خواهم رفت
tu dê bi-ç-î to xah-î reft تو خواهی رفت
ew dê bi-ç-e û xah-ed reft او خواهد رفت
em dê bi-ç-in ma xah-îm reft ما خواهیم رفت
hûn dê bi-ç-in şoma xah-îd reft شما خواهید رفت
ew dê bi-ç-in anha xah-end reft آنها خواهند رفت

Gozeşteyî iltizamî biguhêre

Hinek hoker;

  • کاش (kaş): xwezî
  • شاید (şayed): belkî
Formûla halê eltezamî
Reha dema borî + e + baş + pênase
1-Lêkera بودن(bûden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez he-bû-ma men bûde-baş-em من بوده باشم
tu he-bû-ya to bûde-baş-î تو بوده باشی
ew he-bû-ya û bûde-baş-ed او بوده باشد
em he-bû-na ma bûde-baş-îm ما بوده باشیم
hûn he-bû-na şoma bûde-baş-îd شما بوده باشید
ew he-bû-na anha bûde-baş-end آنها بوده باشند
2-Lêkera داشتن(daşten)
kurmancî(yekjimar/pirjimar farisî (latinî) farisî (aramî)
min yek he-bû-ya/min du he-bû-na men daşte-baş-em من داشته باشم
te yek he-bû-ya/te du he-bû-na to daşte-baş-î تو داشته باشی
wî,wê yek he-bû-ya/wî,wê du he-bû-na û daşte-baş-ed او داشته باشد
me yek he-bû-ya/me du he-bû-na ma daşte-baş-îm ما داشته باشیم
we yek he-bû-ya/we du he-bû-na şoma daşte-baş-îd شما داشته باشید
wan yek he-bû-ya/wan du he-bû-na anha daşte-baş-end آنها داشته باشند
3-Lêkera شدن(şoden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bi-bû-ma men şode-baş-em من شده باشم
tu bi-bû-ya to şode-baş-î تو شده باشی
ew bi-bû-ya û şode-baş-ed او شده باشد
em bi-bû-na ma şode-baş-îm ما شده باشیم
hûn bi-bû-na şoma şode-baş-îd شما شده باشید
ew bi-bû-na anha şode-baş-end آنها شده باشند
4-Lêkera کردن(kerden)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
min bi-kir-a men kerde-baş-em من کرده باشم
te bi-kir-a to kerde-baş-î تو کرده باشی
wî/wê bi-kir-a û kerde-baş-ed او کرده باشد
me bi-kir-a ma kerde-baş-îm ما کرده باشیم
we bi-kir-a şoma kerde-baş-îd شما کرده باشید
wan bi-kir-a anha kerde-baş-end آنها کرده باشند
5-Lêkera رفتن(reften)
kurmancî farisî (latinî) farisî (aramî)
ez bi-çû-ma men refte-baş-em من رفته باشم
tu bi-çû-ya to refte-baş-î تو رفته باشی
ew bi-çû-ya û refte-baş-ed او رفته باشد
em bi-çû-na ma refte-baş-îm ما رفته باشیم
hûn bi-çû-na şoma refte-baş-îd شما رفته باشید
ew bi-çû-na anha refte-baş-end آنها رفته باشند

Fêhrista hindek lêkerên farisî biguhêre

Di vê naverokê de lêkerên berbelavî tên bikaranîn hene:

Lêkerên farisî Reha dema niha Kurmancî
 رفتن (reften) رو (rev) çûn
 دادن (daden) ده (deh) dan
 شدن (şoden) شو (şev) bûn
 گذاشتن (gozaşten) گذار (gozar) danîn
 کردن (kerden) کن (kon) kirin
 داشتن (daşten) دار (dar) heyîn
 نوشتن (nevîşten) نویس (nevîs) nivîsîn
 برگشتن (bergeşten) برگرد (bergerd) vegerîn
 ساختن (saxten) ساز (saz) çêkirin, sazkirin
 خوردن (xorden) خور (xor) xwarin
 گفتن (goften) گو (go) gotin
 ریختن (rîxten) ریز (rîz) weşîn
 خواندن (xanden) خون (xûn) xwendin
 آوردن (averden) آور (aver) anîn
 افتادن (oftaden) افت (oft) ketin
 بردن (borden) بر (ber) birin
 شنیدن (şenîden) شنو (şenû) bihîstin
 خوابیدن (xabîden) خواب (xab) nivistin
 نشستن (nişesten) نشن (nişîn) rûniştin
 پوشیدن (pûşîden) پوش (pûş) li xwe kirin
 رسیدن (resîden) رس (res) gihiştin
 آمدن (ameden) آی (ay) hatin
 شستن (şosten) شو (şû) şûştin
 خریدن (xerîden) خر (xer) kirrîn
 گرفتن (giriften) گر (gîr) wergirtin
 شمردن (şomarden) شمار (şomar) jimartin
 فروختن (feroxten) فروش (feroş) firotin
 زدن (zeden) زن (zen) lêdan
 دوختن (dûxten) دوز (dûz) dirûn
 ترسیدن (tersîden) ترس (ter) tirsîn
 پختن (poxten) پز (pez) pejirîn, pehtin
 شناختن (şenaxten) شناس (şenas) nasîn
 باریدن (barîden) بار (bar) barîn
 خواستن (xasten) خواه (xah) xwestin
 ایستادن (îstaden) ایست (îst) rawestîn
 ماندن (manden) مان (man) man
 بخشیدن (bexşîden) بخش (bexş) efû kirin, bexşîn
 دانستن (danesten) دان (dan) zanîn
 بریدن (borîden) بر (ber) birrîn
 کشیدن (kişîden) کش (kiş) kêşan
 دویدن (devîden) دو (dev) revîn
 بستن (besten) بند (bend) girtin
 توانستن (tevanisten) توان (tevan) karîn, şiyan
 فرستادن (ferestaden) فرست (ferest) rêkirin, şandin
 آموختن (amûxten) آموز (amûz) fêrbûn, hînbûn
 پرداختن (perdaxten) پرداز (perdaz) hesabdan, sencandin
 چیدن (çîden) چین (çîn) çinîn, rûçikandin
 مردن (morden) میر (mîr) mirin
 گذشتن (gozeşten) گذر (gozer) buhurîn, borîn
 دیدن (dîden) بین (bîn) dîtin
 پسندیدن (pesendîden) پسند (pesend) pesend kirin
 نوشیدن (nûşîden) نوش (nûş) vexwarin
 برداشتن (berdaşten) بردار (berdar) rakirin
 پرسیدن (porsîden) پرس (pors) pirsîn
 کاشتن (kaşten) کار (kar) çandin, xwedî kirin
 یاد گرفن (yad giriften) یاد گیر (yad ger) fêrbûn
 بافتن (baften) باف (baf) honandin
 دوشیدن (dûşîden) دوش (dûş) dotin
 خندیدن (xendîden) خند (xend) kenîn
 پیچیدن (pîçîden) پیچ (pîç) pêçandin, vegerîn
 گشتن (geşten) گرد (gerd) geryan
 پریدن (perîden) پر (per) rabûn
 یافتن (yaften) یاف (yaf) peyda kirin
 راندن (randen) ران (ran) ajotin

Her wisa biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre