Zîlik

(Ji Klîtorîs hat beralîkirin)

Zîlik, nîçik an mîtik (bi grekî: κλειτορίδα), endam an organek zayendî ya mêyên mirov û guhandaran, teve hêştirme û çend lawirên din. Zîlik di laşê mirove de wekî perçeyekî ku nola morik xuya dike nêzî movika pêşî ya lêvê biçûktir (labial minora) jor pêşborî yê.

Zîlik
Anatomiya Zîlikê
YaGray subject #270 1266
Demara xwînber Xwînbera piştî ya zîlikê
Xwînhêner Xwînhênera piştiyê kûr ya zîlikê
Rehik Rehika piştî ya zîlikê
SnMB Clitoris
Dorlands/Elsevier Clitoris

Anatomiya zîlikê biguhêre

 
Peresîna zîlikê

]

Zîlik ew dawiya jora lêvên rûv e. Li vê derê jî gelek cidahiyên mezin henin. Mezinbûna wê wekî zixurekê ye. Ev jî yê hinek bipêş ve xûyayî ye û hinek din gerek e lê bigerin heya ku bihesînin. Dora zîlikê hemî demarên pir nazîk in, lewma dema mirov destlêbide hîsbûna wê zêde dibe.

Erka zîlik biguhêre

Zîlik endamekî zayendî li vûlva an quzê ye. Yek ji organên girîng di têkiliya zayender de ye.

Karê wê ya serekî şahî ji têkiliya zayendî girtin e. Tê payîn ku bingeha guherîna vê organê penîs e. Ango penîs li cem jinan di pêvajoya guherînê de ji ber ku nehatiye bikaranîn heliyaye û dirûvê xwe yî îro girtiye. Klîtorîs ji aliyê şaneyên (selûla, hucre) neurolojîk ve gelek dewlemend e. Li dora 8000 kanalên neurolojîk dihewîne.

Kinkirina zîlikê biguhêre

Di têkiliya zayendî de (seks) bo jinan kana herî girîng ê şahîgirtinê ye. Di dirûvê sîlîndîrê de ye. Li hin deverên Afrîqa, welatên Ereban û çend herêmên Kurdistanê zîlikên jinan sinnet dikin, ango jêdikin. Vê yekan han ji ber baweriyên civakî û olî dikin lê ziyana herî mezin jî didin jinan. Herçendî li dijî sinnetkirina jinan têkoşîn henin jî, bi sed hezaran jin dibin qurbanê vê kiryarê.

Binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

  Wîkîferheng: zîlik – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir