Kilora sêgoşe cureyekê kilorê ya pêjgeha kurd e. Dişibe empanadaya spanî. Ji ber ku di dirûvê sêgoşeyê de ev nav girtiye.

Amadekirin biguhêre

Pelhevîr ji goştê mirîşkê yê xaşandî tê dagirtin. Pelhevîr di dirûvê sêgoşeyan de tê tîke kirin, herwiha wisa jî tê pêçandin. Di tepsiyê de rêz dikin û parçeyên goşt jî dixin navê. Bi ser wan ve gûzê hêrayî werdikin û rûnê heliyayî yê nivîşkî bi ser de dikin.

Heya binê wê hinekê sor bibe di argûnê de dihêlin û paşê pêşkêş dikin. Gorî daxwazê beriya xwarinê bexdenûsa hêrayî yan mast jî tevlî dikin. Pirranî bi dew ve tê xwarin.