Open main menu
Nexşeya Kendava Farsê
Kendava Farsê

Kendava Farsê (bi farsî خلیج فارس, Khalîf-e Fars; bi înglîzî Persian Gulf) dirêjbûneka Deryaya Omanê ye û dikevit navbera Nîvgirava Erebistanê û Îranê. Rûberê wê 233.000 kîlometreyên çargoşe ne. Ji aliyê rojhilatê bi rêya Tengava Hormuz digehit deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî. Li aliyê rojava digehit dêlta ya rûbarê Ervendrod anko Ervendrûd ko ji bihevgehiştina rûbarên Dîcle, Firat û Karûn pêk dihêt.

Tevaya beravên bakurî ya Kendava Farsê welatê Îranê ye. Welatên Îraq, Kuwêt, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siyûdî hevsiyên Kendavê ne.

Cihnasî (erdnîgarî)Biguherîne

Ji nîv milyon salan berî niha û vir da ev kendav li ser baniya Îranê peyda bûye. Ev kendav di pêşda ji niha mezintir bû lê ji ber guhartinên erdzanistî gehaye rewşa niha ya xwe.

  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)