Open main menu

Keleha Gergerê, li Navçeya Aldûşê li rojavaya Çemê Firatê hatiye avakirin. Ev keleh wekî Arsamiya Firatê jî tê zanîn. Tê gotin ku ev keleh ji serdema Hîtîtan ve maye. Keleh Beriya Zayinê (B.Z.) di sedsala II'emîn de ji aliyê mezinê Kommagene Arsames ve hatiye avakirin. Ev Keleh li ser zinarê çiyayekî bilind hatiye avakirin. Keleh ji 2 beşan pêk tê. Keleha jorîn û keleha jêrin. Di keleha jorîn de sê derî hene. Deriyê 1'emîn bi piranî hilweşiya ye. Li pişt derî korîdor û gor hene. Li ser deriyê 3'yemîn 6 kîtabeyên ji aliyê Key Samos û neviyê wî 1'emîn Antîochûs ve hatine nivîsandin hene. Li jora Kelehê hîmên avahiyan û sarincên avê hene. Li keleha jêrîn dîsa avahiyên ji serdema navîn mane hene.

Li ser dîwarê Kelehê fîgurê Key Samos ê ji 4 metre bilindahiyê hatiye avakirin heye. Li ser Key Samos cil û bergên şer heye û bi destê rastê îşareta 'Herin pêş' kiriye. Di hundirê kelehê de dêr, depo û sarincên avê hene. Keleh, di serdema Romayiyan de carekê hatiye restorekirin. Dîsa di serdema Selçukî û Osmaniyan ve dîwar û sûrên kelehê her wiha deriyên wê hatine nûkirin. Deriyê kelehê bi tonos hatine pêçan. Keleh sînorê rojhilat ê Komagene yê ye. Di serdema Keyaniya Komagene de bi vê kelehê çûnûhatina ser Çemê Firatê dihat kontrolkirin. Di heman demê de yekem cihê îdarî yê Komageneyê ye. Her wiha dîsa wekî warekî pîroz tê zanîn. Niha piraniya kelehê li ser piyane û her sal ji aliyê bi sedan turîst ve tê ziyaretkirin.