Keko (dengbêj)

Dengbêj

Keko (jdb. 1909 - m. 1992), dengbêjekî ji herêma Dêrsima jêrîn e.

Keko di sala 1909an de li bajarokê Mêzgirê ya Muxundî, li gundê Goman ji dayik bûye. Di 6 saliya xwe de bavê wî di Şerê cîhanî yê yekem de dimire. Dayika Keko bi pênç êtîma ve têne dimîne. Keko bi şevîtî mezin dibe. Di cîwantiya xwe de dest bi gotina kilam û çîrokên dengbêjî dike. Gava Keko dibe bîst salî, li herêma Dêrsima jêrîn de dengbêjekî bi nav û deng e. Dengbêj Keko 3 caran zewicî bû, ji jina wî ya pêşîn, Kewê, pênc zarên wî tev dimirîn. Ji jina wî ya dawîn jî 8 zarok, 4 keç û 4 kurên wî hebûne. Gelek kasetên Keko bi amaturî di nav gel de digerin.

Çavkanî biguhêre