Kazoyê Garisya an jî Dengbêj Kazim (jdb. 1925 - m. 2005) dengbêjekî kurd ê ku li Serhedê û bi taybetî jî li Agiriyê navdar bû. Kazoyê Garisya di sala 1925an de li gundê Garisya ji dayîk bûye ku li Elaşgira Agiriyê dimîne.

Elaşgir û dengbêjî

biguhêre

Elaşgir navçeyeke Agiriyê ye ku ji aliyê çanda dengbêjiyê ve mîraseke bi têra xwe xurt hiştiye. Gelek navên mezin, di serî de jî Evdalê Zeynikê bi demeke dirêj li vê navçeyê maye û tesîr li dengbêjên hevçerx û peyrewên xwe kiriye. Ji ber ku dîwana ku Evdal tê de dengbêjî kiriye, dîwana belek, li gundê Kelê (Toprakkale) yê Elaşgirê bûye ku li wir Surmelî Memed Paşa hukim dikir. Navên wekî Zibêtê Qîrika (1883-1970), Hecî Sêvdînê Remedana (Sêvdînê Hamê), Arifê Silo (1895-1965), Seîdê Qîrika, Ûsivê Mihacir, Îbrahîmê Sarê, Mele Qesîmê Çatkosedaxê û gelek kesên din bûne nûnerên serkeftî yên çand û hunera kurdî ya devkî li vê navçeyê.

Jiyana Kazoyê Garisya

biguhêre

Kazoyê Garisya an jî bi navê xwe yê fermî Kazım Kaya di sala 1925ê de li gundê Garisya (bi tirkî: Oklavalı) tê dinyayê ku ev gund li Deşta Elaşgirê dimîne. Ew di temenê xwe yê biçûk de dest bi kilamgotinê dike. Hê di zaroktiya xwe de bi dengbêj û civatên dengbêjan re hevnas dibe. Bavê Kazoyê Garisya, Arifê Silo (1895-1965), û diya wî Nîgara Mehmûdê Şûşe (1895-?), jî dengbêjên têra xwe xurt bûne. Kazo hunera dengbêjiyê ji bavê xwe negirtiye. Helbet wî ji bavê xwe jî istifade kiriye lê zêdetir ew li ber destê Mistefayê Çiftborî perwerde bûye, piştî ku Mistefayê Çiftborî bi rehma Xwedê şa dibe ew dibe şagirtê Zibêtê Qîrika ku her du jî ligel Dengbêj Mistefayê Xelê Heyran dengbêjên herî navdar ên li Elaşgirê bûne (Aras, 2007: 234-235). Mistefayê Çiftborî zaf ji dengbêjiya Kazo hez kiriye û gelek caran pesnê wî daye. Tê gotin ku Kazo para mezin ya sermiyana xwe ji Mistefayê Çiftborî hildaye. Dengbêj Kazoyê Garisya li gundên Deşta Elaşgirê û Agiriyê ji bo dawet û şahiyan hatiye vexwendin û li gelek dîwan û dawetan bûye mêvan û ji guhdaran re kilam gotine.

Sermiyan

biguhêre

Kazoyê Garisya li ber destê dengbêjên hemçaxê Evdalê Zeynikê mezin bûye, sermiyana Evdal a dewlemend wergirtiye û bûye yek ji wan çavkaniyên hin kilamên Evdalê Zeynikê ku Ahmed Aras hê di salên 1970 û 1980yî de ji wî berhev kiriye (Aras, 2018 [1996]). Wî bi tevî Dengbêj Şakiro, Dengbêj Seîdê Qîrika, Dengbêj Nuroyê Meter û gelek dengbêjên din kilam gotine. Ji ber afirineriya wî ya kilaman û sermiyana wî ya xurt hin dengbêjên wê dewrê pê re neketine lecê. Kazoyê Garisya wextekî bi tevî Dengbêj Reso jî kilam gotiye, lêbelê wê demê Reso êdî kal bûye. Bi sedan kilamên wî hene û herçiqas kalîteya dengên kasetan zêde baş nebe jî bi dehan kasetên wî di nav xelkê de peyda dibin. Kazoyê Garisya herçiqas bi dengbêjiya xwe ve navdar bibe jî, wî di heman demê de destanbêjî jî kiriye. Destanên wekî Mem û Zînê, Derwêşê Evdî, Ahmed Begê Kela Boşatê (Yusif û Ezîz), Sedûn û Hakarî, Mengene, Elî û Seyrê, Çîlosman, Xezala Mendal Axa, Heso û Nazê û Xelîl Beg îcra kirine. Lê meriv dikare bibêje ku ew herî zêde bi kilamên şer û bi taybetî yên li ser Seyîdan û Berazan ve navdar bûye. Li gorî agahiyên ku ji nav kasetên wî derdikevin, wî hin kilam ji ber xwe derxistine û bi dengbêjên din re ketiye lecê. Leca wî ya bi jineke bi navê Fadîle re di nav xelkê de navdar bûye, di kilama bi navê “Rezîlo Pale” de ew û Fadîle kilaman davêjin ber hevdu.

Çavkanî

biguhêre